Duyemîn Mîhrîcana Şehîd Hogir ya ku bi pêşengiya Yektiya Ciwanên Rojava (YCR) hatibû li dar xistin di roja sêyemîn de bi pêşkêşkirina berhemên cihêreng bi dawî bû. Ciwanan di serî de ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo heya Stada 12’ê Adarê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” meşek girseyî pêk anîn. Li stadê bernameya Mîhrîcanê dest pê kir. Di mîhrîcanê de koma Awazên Çiya derkete ser dîkê û stranên xwe pêşkêşkirin. Awazê Çiya bi çepikên germ hatin pêşwazî kirin. Paşê Koma basketbolê ya jinan lîstoka xwe pêşkêş kirin. Piştî wê jî ji hêla komên girêdayî TEV-ÇAND’ê ve şanoya bi navê ‘Xerîbiyê’ hate pêşkêşkirin. Koma Şehîd Hogir ya ku jinên ciwan ên Kurd û xortên Sûryan pêk dihat, bi cilên gelêrî govend gerandin. Festîval bi govendeke mezin heya derengê şevê berdewam kir. Mîhrîcana ciwanan piştî gerandina govendê bi dawî bû.
QAMIŞLO