Li bakurê Kurdistanê dewleta Tirk dorpêçkirina navçeyên ku lê xweserî hate îlankirin, mîna polîkayeke ’asayî’ û daîmî bi rê ve dibe û wer xuya ye ku ev polîtîka dê her berdewam bike. Ji havînê vir de Gimgim, Farqîn, Cizîr, Lîcê, Sûr, Nisêbîn, Gever û çend bajarokên din ji hêla hêzên dewletê ve tên wêrankirin. Di encama êrîşên leşker û polîsan de heta niha bi dehan însanên sivîl hatin kuştin. Piştî qedexeyên derketina kolanan û dorpêçîkirina leşkerî dîmenên ku derdikevin holê, mîna dîmenên Kobanê ya ji hêla DAÎŞ’ê ve hatibû hilweşandin in…

Piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê, herkes dipê; ka rewşa siyasî wê bikeve kîjan merheleyê? Gelo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî hevdîtin wê dîsa dest pê bikin an na? Qanûna Bingehîn wê bi kîjan pîvanan û bi kîjan ferasetê bibe rojev? Hê jî derbarê van mijarên sereke de rêveberên Tirk nîşaneyên aşkere diyar nekirine…

Li gel vê yekê; Serokomarê Tirk R.T.Erdogan û hikûmeta AKP’ê, him li Rojava û him jî li Bakur êrîşên li dijî Kurdan her diçe gurtir dikin. Xwestin di civîna G20’an de têkoşîna Kurdan a li Rojava, ya li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê terorîze bikin û bi dewletên serdest ên cîhanî re têkoşîna Kurdan wek ’terorîzm’ bidin binavkirin. Lê di vê armanca xwe de bi ser neketin. Berovajî daxwaziya rejîma Tirk; dewletên serdest, bi taybetî Amerîka û Rûsya, helwesta xwe ya li hember têkoşîna Kurdan a li Rojava hê zelaltir anîn zimên. Serokê Amerîkayê Barack Obama, xwesteka Erdogan a wek ’avakirina herêmeke ewle’ ya ku ji hêla Tirkiyê ve bê kontrolkirin, bi aşkereyî û net red kir. 

Ji helwesta Obama wêdetir, helwesta Serokê Rûsyayê Wladîmîr Pûtîn hê balkêştir bû. Pûtîn bi gotina xwe ya wek, “40 dewlet piştgiriya DAŞ’ê dikin û di nava wan de endamên G20’an jî hene“, balkişand ser piştgiriya Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya ji DAÎŞ’ê re…

Piştî civîna G20’an, di rojnameya Brîtanî The Guardianê de akademîsyenê Amerîkî Davîd Graeber, rasterast Erdogan û hikûmeta Tirk wek destgirê DAÎŞ’ê nîşan da û anî zimên ku ji ber polîtîkayên Tirkiyê, DAÎŞ dikane hê li ser pê bisekîne!.. Graeber; helwesta dewletên serdest a li hember polîtîkayên rejîma Tirk rexne dike û dibêje; “Tirkiyê, qasî ku DAÎŞ’ê tolere kir, PKK û YPG rehet bihişta, ’xelîfeta xwînî’ (DAÎŞ) wê têk biçûya û belkî jî êrîşên li Parîsê jî pêk nedihatin! Lê tu lîderên Rojavayî ji Erdogan re bangeke wer nekirin!..“

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî heman mijar bi van gotinan anî zimên:“Hemû dewletên ku li dijî DAÎŞ’ê helwesta têkoşînê nîşan didin, gereke li dijî polîtîkayên AKP’ê jî bisekinin. Heta ku li dijî polîtîkayên Tirkiyê yên ku DAÎŞ’ê mezin dikin, helwesteke zelal neyê nîşandan, li hember DAÎŞ’ê jî tu encamên erênî nayên bidestxistin..“

Rejîma Tirk her çiqas bi ’konetiya şerqî’ bixwaze DAÎŞ’ê wek fenomenekî li dijî herkesî bikar bîne jî, wer xuya ye ku nikane tu kesî îkna bike û her diçe DAÎŞ dibe bela serê wê…

Ev çend roj in; ku berdevkên AKP’ê û çapemeniya Tirk bi rojevkirina amadekirina Qanûna Bingehîn bi feraseta ’Rejîmeke Serokatiyê’ serê bûyer û pêşketinên li bakurê Kurdistanê bigire jî, rejîm êdî pîne nagire.

Li gel polîtîkayên dewletê, xweserî her diçe zêdetir dibe rojev û êdî bûye rastiyeke siyasî ya bakurê Kurdistanê. 

Di komcivîna dawî ya Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) de jî ji bo pêşxistina karên civakî yên xweser gelek biryar hatine girtin; him ji bo têgihandinê û him jî ji bo partîkkirinê…

Her çiqas çapemenî û rayedarên Tirk, rewşa siyasî ya li Tirkiyê wek ’aram’ nîşan bidin û pirsgirêka Kurdî jinedîtinê ve bên jî; her gavê siyasî yê li Iraq û Sûriyê rasterast bandorê li Tirkiyê jî dike. Ji bo rejîmê tekane rêya derketina ji krîzê dimîne: Bi Kurdan re dostanî û çareserkirina pirsgirêka Kurdî bi rêya diyalogê…

Payîna helwesteke erênî ji Erdogan û berdevkên AKP’ê herçiqas mirov bixe bêhêviyê jî, rastî û pêşketinên herêmî wan mecbûrî gavavêtinê dike…