
Îsal festîvala wêjeyî ya navneteweyî ya navdar HayFestival li welatê Galiyan (Wales) ê li Brîtanyayê tê lidarxistin û wê hîna heta 5´Gulanê dewam bike. Yek ji nivîskarên ku wê berhemên xwe bide nasîn jî Vannesa Altin e ku romana zarokan bi navê “The Pomegranate Tree / Dara Hinarê” nivîsiye. Mijara romanê berxwedana Kobanê û şerê li Sûriyê ye, nexasim jî tesîra şer Vanessa doh ber êvarê di konê bi navê Cube de peyivî û li şîara festîvalê ya "Weke ku mumkin e dikare bibe, dinyayê texeyul bike" bi romana xwe ve girê da.
Ji çavên Dilvanê hovîtiya DAIŞ´ê
Romana wê ya zarokan behsa keçeke Kurd a ciwan dike ku ji Kobanê ji ber terora çeteyên DAIŞ´ê reviyaye. Di kêliyeke kurt a ewlekariya wê xwe avêtî bextê wê de, keça bi navê Dilvan biryarê dide ku rojaneyekê binivîse. Tê de behest gerîna li malbata xwe dike ku week bêhêvî diyar e. Vanessa tav ku rojnamevan e, bi zimanekî têra xwe serketî ev çîroka Dilvanê nivîsiye.
Serhatiya çîrokê bi Kobanê destpê dike. Dema ku Vanessa û mêrê wê yê Kurd Adnan alîkariya koçberên ji Kobanê dikin li Bakurê Kurdistanê tişta ne li bendê tê serê wê. Ew difikirî ku li dinyayê êdî ti tişt nîne ku wê şok bike. Lê bi hezaran zarokên ku dê û bavê wan li kobanê mayî ji bo şerê DAIŞ´ê yên bê kes û xwedî, wêneyên li ser telefonên wan, birçîbûna wan, dinyaya wê dan ber pêleke hej û lerrzan û ya rastî weke helkanê kil dan.
Da ku pitikê nede serjêkirin
Wêneyekî ku bi rêya şervanên Kurd gihiştiye ber destê wê, ya ku li ser pitikeke hîna belkî bi zor salek kiribe li erdê dirêjkiriye û çeteyekî DAIŞ´ê kêr daye stûyê wê, dinyayê li ber çavê wê reş dike û dike ku Vanessa Altin biryarê bide ku bi bi romana xwe nehêle ew pitik were serjêkirin.
Wê ji xwe pirsê çi ji vê pitikê hat û pê re jî li siberoja nediyar a wan zarokên li dora xwe fikirî û di dawiyê de got, “Ez pê hisiyam ku ez dikarim tiştekî bikim weke nivîskarekê, min dikarî bikim ku dengekî van zarokan çêbe.”
Zarok bêguneh lê mexdûr in
Bi her halî Altin zû biryarê dide ku bi çav û nihêrîna zarokekê çîrokê bide gotin lewre "sûcê kî dibe bila be, ne yê wan bû… niha ew in yên ku herî zêde mexdûr dibin." Di nava çend hefteyan de ew rûpel nivîsîn ku wê bibûna beşa pêşî a romana Dara Hinarê. Altin Dilvan a 13 salî weke protagonîsta xwe ya romanê afirand.
Dilvan ji dûr ve lê dinihêre dema ku "mirovên cird" dê û bavê wê dixin pişta kamyonekê. Xwişka wê ya pitik li erdê tê dirêj kirin û çeteyek kêrekê dide stûyê wê. Di pirtûkê de Dilvan rasta komeke şervan tê û bi wan re li dûv şopa malbata xwe digere.
Qismek ji dahata romanê ji Heyva Sor re ye
Vanessa ya ku romana xwe ji bo zarokên dibistanê amade kiriye, dibêje, hin xwendinên wê yên li dibistanan hatine betalkirin, ji ber ku mamoste fikirîne ku ev şidet û hovîtiya behsa wê tê kirin dikare zarokan biêşîne; lê belê zarokên Kurd û yên ji Sûriyê her roj bi vê rastiyê re rûbirû ne, lê yên li Ingilistanê nikarin li van rastiyan bihisînin jî.
Ji hatina vê ronamê qismek ji Heyva Sor a Kurdistanê re tê veqetandin û ji Altin hatiye xwestin ku beşa diduyê ya romanê jî binivîse.
Vanessa Altin kî ye
Vanessa ya ku rojnamevaneke serketî bû û nûçe amade dikirin ji bo News of the Worldê nûçeyekê amade bike li ser jinn temen mizen ên Brîtanî yen ku li Tirkiyeyê bi kesên ji xwe temen piçûktir re dizewicin. Vanessa Altin ji bo vê berê xwe dide peravên deryayên Tirkiyeyê û diçe Marmarisê. Li wir mêrê Kurd Adnan Altin nas dike û weke ecêba nedîtî, radibe piştî bi saelekê bi wî re dizewice. Niha jî ev 16 sal in zewicîne û du keçên wan hene. Romana xwe jî piştî ku tevî mêrê xwe çû nav koçberên ji Kobanê û alîkariya insanî ji bo wan organîze kir nivîsî.