Endamê Parlementoya Iraqê ji Hevpeymaniya Bîna Mensûr Bêcî li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr Kurdistanê û Iraqê, got, bi darê zorê jî be divê, hikûmeta Iraqê hêzên Tirkiye ji Iraqê derxe.
Endamê Parlementoya Iraqê ji Koma Hevpeymaniya Bîna Mensûr Bêcî di derbarê mayîna hêzên artêşa Tirk li Iraqê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Mensur Bêcî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hebûna hêzên Tirk li ser axa Iraqê binpêkirina serweriya Iraqê ye û ev bi ti awayek nayê qebûlkirin.
Ji xwe re bahenayan çêdike
Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê hat kirin ku van hêzên biyanî ji nava xaka Iraqê derxe û got: “Pêwîste ji vê zêdetir Hikûmeta Iraqê li himberî hebûna van hêzan li ser xaka Iraqê, bêdeng nemîne. Tirkiye şerê bi hêzeke Kurdî ya mûxalîf re weke bahane dide nîşan. Her wiha ev sê sal in jî Tirkiye bi bahaneya şerê li dijî DAIŞ’ê di nava axa me de bi cih bûye.”
Gerek di nava axa Iraqê de nemîne
Mensûr Bêcî da zanîn ku Iraq bi hêza xwe, xwe ji DAIŞ’ê rizgar kiriye û got: “Divê hikûmeta Iraq ji bo derxistina hêzên Tirkiye ji Iraqê, bixebite. Eger bi darê zorê jî be divê hêzên Tirkiye ji Iraqê werin, derxistin. Pêwîste yek rojek din jî ev hêz di nava axa Iraqê de nemîne.”
Guh nedaye Iraqê
Ji derveyî baregehên leşkerî yên Tirkiyê ku li Herêma Kurdistanê çêkiriye, di sala 2015’an de jî bi bahaneya beşdarbûna şerê li dijî DAIŞ’ê, baregeheke leşkerî li herêma Başîqa ya ser bi Mûsilê ava kir. Herçend gelek caran hikûmeta Iraqê ji Tirkiyê xwest ku hêzên xwe ji wir derxe jî, lê heya niha jî Tirkiye guh nedaye Iraqê û van baregehan negirtiye.
BEXDA