Baxçeyê Heywanan ê Schoenbrunn ê li paytexta Awusturyayê Viyanayê, ji baxçeyên heywanan ên mayî cihêtir dibe. Ji bo vê jî ew bêexlaqiya êsîrkirina heywanan bes nedîtiye. Ji bo ku hem bala xelkê bikişîne û hem jî bêhtir pereyan bi dest bîne, xebatkarên baxçe bi pandaya ku navê Yang Yang lê kirine, hin resman didin xêzkirin. Xebatkarên ku melkesekî li çûna firçeyê didin destê Yang Yang a feqîr, bi mîwe û zebzeyên dixin devê wê wê dilebikînin, û resman pê didin xêzkirin. Heta niha di ser înternetê re 100 ji van resman hatin firotin; şaş ecêb nemînin, ev huner e û her nusxeyek bi 490 euroyî hatiye firotin. Hasil hin ji van resman jî wê bibin pirtûk, heger baxçeyê heywanan ê Schoenbrunn a Viyanayê heta 9´ê Cotmehê 25 hezar euroyan karibe berhev bike. Yên ku wê pirtûkê derbixin wênegir Daniel Zupang û berdevka ji bo çapemeniyê ya Baxçeyê Heywanan, Johanna Bukovsky ji bo projeyê dibêjin; delal ber dilê min. 

 

VIYANA