Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Hîwa Seîdselîm, bêdengiya hikûmetê û partiyên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk rexne dike û dibêje, “Ji daxuyaniyan û wêde naçin û li dijî dagirkeriyê nabin xwedî helwêsteke pratîkî.”
Hîwa diyar kir ku divê hikûmet û parlamen bi awayeke fermî sînorekî ji Tirkiyeyê re deynin û rê nedin artêşa Tirk sînorên Başûrê Kurdistanê binpê bike.
Hîwa Seîdselîm rexne li partiyên Başûr jî kirin ku li dijî dagirkeriyê tenê daxuyaniyan didin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê daxuyanî têrê nakin. Divê em tev, kom bibin û vê metirsiya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê çêkiriye, ji holê rakin. Divê biryarên cidî li ser mijarê bên dayîn.”
HEWLÊR