
Ji hibijartina 7’ê Hezîranê re tenê çend roj man. Li Şirnexê jî bi şahiyan ziyareta tax û malan xebatên hilbijartinê berdewam dike. Di şahiyan de koma herî zêde kelecanê dixe nava beşdarbanan jî Koma Zarokan ya Şehît Sara ye. Li Silopiyê yê Koma Zarokan ya Şehîd Sara bi dengê xwe reng didin biroya hilbijartinê ya KJA’yê. Endamê komê diyar kirin ku ew bi erbana xwe xebatên hilbijartinê dikin.
‘Bi çandê piştgiriyê didin HDP’ê’
Ji Koma Zarokan Zahide Acar a 13 selî ku 5 sale di nava xebatên çand û hunerê de çîh digre diyar kir ku ew jî wek zarok piştgiriyê didin HDP’ê û wiha axivî: "Em çanda bi xwe, bi coşa xwe piştgiriyê didin HDP’ê.” Zahîde got eger HDP bi ser bikeve wê êdî zarok neyên qetilkirin”
Xwedîderketina hemû nirxan
Meryem Çavluk a 14 salî jî got ku ew li çanda xwe û zimanê dayika xwe xwedî derdikevin û HDP navê xwedî derkatina hemû tiştan e. Meryem axaftinê xwe domand: "Ji bo min zimanê dayikê mûhîm e, eger HDP bi ser bikeve weka ku zimanê dayikê bi ser ketibe. Niha ji bo me ya herî giring xwedî derketina li dengê xwe ye.”
‘Em bi sitranên xwe li berxe didin’
Felek Kuş a 16 salî jî anî ziman ku ew ji bo ku piştgiriyê bidin jinan tên biroya hilbijartinê û sitranên xwe dibêjin. Felek wiha dewam kir: "Eger HDP têkeve meclisê carekedin mirov nayên kuştinê, ewê azadî çêbibe.” Felek da zanîn ku koma wan ji jinan pêk tê û û wiha pêde çu: "Berê jinan nikaribû sitranan bi rehetî bi gotina vê ga jî hin mezinê me sitran gotinê eyb dibînin, lê em êdî vê yekê qebul nakin û bi sitranên xwe berxwe didin.”