SAFÎYE ALAGAŞ / JINNEWS/STENBOL

Civata Reqsê ya Mezopotamyayê di 15 saliya xwe de bi projeya ‘Bi dengê dengbêjan’ derdikeve ser dikê. Di projeyê de klamên Şakiro, Meryem Xan û Sûsika Simo bi reqsê re di bedenekê tên cem hev. Civat her wiha ji bo pîrozbahiyên salvegerê damezrînî jî xwe amade dike û di 15’ê Adarê de wê bi projeyê li Şanoya Kedê ya Kadikoyê li ser dîkê bin.

Koreografiya vê pêşadanê Yeşîm Coşkun dike û Nazli Duirak, Serhat Kural û dîsa Yeşîm Coşkun wê li ser dikê bin.

Yeşîm Coşkun a ji biçûkatiya ve di Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de cih digire, ewil di koroya zarokan de piştre di Civata Reqsê ya Mezopotamyayê de cih girt. Ji 2005’an heta niha di civatê de cih digire û her sal projeyên nû û atolyeyên nû ava dike.

Ew piştî ku di muzîkê de hinekî xwe bi pêş dixe, dikeve nav Koma Asmîn. Piştre derbasî projeya Mem û Zînê. Li ser hingê ew dibêje, “Ez wê demê ne reqsvan bûm. Lê bi projeyê min dît ku ez ji reqsê hez dikim. Ez pê re mijûl bûm.” Piştre ew li beşa Hunerên Xweşik a Mîmar Sînanê dixwîne.

Êdî reqs hunerê wê ye 

Yeşîm di dibistanê de li ser forma reqsa hevdem perwerde dibe. Ji sala 2005’an ve jî ji reqsên Mezopotamyayê, reqsên koma xwe derdixin. Yeşîm dibêje, “Naveroka karê xwe em diyar dikin. Me berê Mînîtalar kir proje. Piştre me bal bire ser dayikan. Niha em bi projeya nû di salvegera damizrandina xwe ya 15´an de li ser sehneyê ne.”

Niha fikra ‘bi dengbêjan re reqsek bê kirin wê çawa be’ derketiye holê. Yeşîn wiha behsa vê dike: “Du kilam hene. Yek ji dueteke jinan pêk tê. Ya din jî solo ye. Di soloyê de mêrek direqise. Di duetê de jî du jin direqisin. Koreografiya herduyan jî min kir. Di komê de jî Serhat Kural direqise.”

Di reqsa Serhat Kural de Şakiro tê bikaranîn. Û di dueta jinan de jî Sûsika Simo û Meryem Xan hene.

Bi NÇM´ê reqs nas kiriye

Xwendekara Pola 3’an a Beşa Reqsê ya Hevdem a Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mîmar Sînanê, Nazli Dura jî li ser vexwendina Yeşîmê di projeyê de cihê xwe digire.

Nazli dibêje, wê li NÇM´ê reqs nas kiriye û wiha dipeyive: “Berê jî di şanoyê de xebitîbûm. Ji ber vê xwedî agahiyên teknîk bûm. Ez ji bo alîkariya karê wan diçûm û min asîstanî dikir. Bi vî awayî ez hinek ketibûm hundirê Mezopotamya Dansê. Yeşîmê ez vexwendim ji bo projeyê û me wisa dest bi xebatê kir. Min li ser dengbêjiyê atolyeyek kiribû. Dema em derkevin ser dikê û derkevin pêşberî temaşevanan bêguman wê tiştên cuda pêk bên.”