Berxwedana gelê Kurd ku bi mehan li Cizîr, Nîsêbin, Gever û Şirnexê li hemberî hezên dewleta Tirk, bi dengê jina dengbêj nemir dibe. Dengbêj Zînet bi strana xwe ya bi navê “Keko Ferman e” berxwedana dîrokî radigîhine nifşên nû.
Dengbêj Zînet derbarê berhema xwe de axivî û diyar kir ku dengbêj eynika rastiya civaka gelê Kurd e û ew jî şewqa xwe didin civakê. Zînet anî ziman ku, armanca wan ew e ku berxwedana xwerêveberiyan a dîrokî bi stranên xwe nemir bikin û wiha axivî: “Berxwedana heremê li ser me gelek bandor kir ji ber vê yekê ez û dengbêj Ehmed bi destpêka berxwedanê û şûn de klama ‘Keko Ferman e’ çêkir. Me xwest, berxwedana dîrokî di nav molaza pêvajoyê de neyê jiberkirin.”
Ji bo ragihînin nîfşên nû’
Zînetê li ser mîsyon û giringiya dengbêjiyê jî ev tişt got: “Berhemên dengbêjiyê her tim li ser berxwedan, eşq û lehengan in. Dîsa dengbêjî di beşa wejeyê de jî xwedî giringiyek e, ji ber ku dengbêjî wek ‘edebiyata devîkî” tê pênasekirin. Bi hezaran çîrok û serpêhatiyên di nav civakan de hatin jîyandin, bi saya dengbêjan heya roja me ya îro hatiye. Eger em ji destana ‘Evdalê Zeynê’ minak bidin. Destanekî kevnar e û bi saya dengbêjnê nemîr xwe gihandiyê hemû nifşan. Me jî xwest ku berxwedana lehengên xweseriyê ragihinin nîfşên nû.”
HULYA OKALÎN / ÊLIH / JINHA