Bêrîtan Ciwanro ji ber zext û zora rejîma Îranê ji Rojhilatê Kurdistanê penaberî Başûrê Kurdistanê bûye, bi derfetên herî kêm hunera xwe ya dest di nava malê de li bajarokê Qeladizê yê ser bi Silêmaniyê dewam dike.

Beriya penaber bibe, li Ciwanroyê kargeheke Bêrîtan Ciwanro ya Tablo Ferş (Tabloya Berr) hebûye. Lê ji ber pirsgirêkên madî û hwd. nikare li Başûrê Kurdistanê kargeheke Tablo Ferşan veke.


Li Başûrê Kurdistanê jinek bi serê xwe hunerê bike zehmet e

Bêrîtan Ciwanro bi bîr dixe ku hem pirsgirêkên madî hene û hem jî li Başûrê Kurdistanê hîna jî hişmendiyeke cinsiyetparêz û feodal heye, zêde bi xweşbînî nêzîk nabin ku jin bi tena serê xwe cihê kar vekin û li derve kar bikin; ji ber van sedeman jî wê kargeh venekiriye.

Bêrîtan herwiha tîne ziman ku ji ber çanda çêkirina Tablo Ferşan li Başûr zêde nîne, lewma di warê derxistina bazarê û firotinê de jî pirsgirêk hene û qîmeta heq dike, bi vê hûnerê nayê dayîn.

Bêrîtan da zanîn ku heke jinên Başûrê Kurdistanê bixwazin, ew dikarin bi awayekî hevbeş kargehekê vekin û di vî warî de dikare alîkeriyeke mezin ji bo fêrkirina jinan jî bide.” 


 QELADIZÊ / ROJNEWS