Dewleta Elman a ku lê eşkere bûbû ku boykotkirineke firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve di dema destpêka êrişên dagirkeriya qirker a li dijî Rojava asteng kiriye, hîna jî sîlehan difiroşe dewleta Tirk. Hikûmeta federal a Elman îdîa kiribû ku ew ê firotina sîlehan rawestîne, lê niha agahiyên wezareta aboriyê ya Elmanyayê piştrast dikin ku di nava 6 hefteyên piştî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk de hikûmeta federal destûra firotina sîlehan a bi buhayê 3,09 milyon euroyî de daye. Wezaretê ev agahî di bersiva li ser pêşnûmapirsa parlamentera federal a partiya Çep Sevîm Dagdelen de da.

Wezaret îdîa bike ku ev sîlehên hanê destûra firotina wan hatiye dayîn, ne ji wan sîlehan in ku di dagirkeriya qirker de tên bikaranîn jî di agahiyan de nehatiye gotin ka çi sîleh hatine firotin, tenê sinifandinek hatiye kirin ku mirov tam nizanibe bi rastî çi hatiye firotin.

Dagdelen li ser bersiva wezaretê, nerazîbûna xwe ji hikûmetê îfade kir û got, erêkirina van sîlehan “bi temamî bêpersiyarî ye”. Wê xwest li dijî dewleta Tirk qedexeyeke firotina sîlehan a giştî hebe.

 

BERLÎN