Bi awazan xwe tînin zimên
Her dû bira bi hevre stranan dibêjin, Mistefa heta niha bi xwe jî 6 stranên netewî bi awaz kirine û bi Ehmd re distirê. Herdû bira ji ber ku derfetên malbatê yên aborî ne başe nikarîbûn biçin dibistanên taybet bi kesên kor û fêrî xwendinê û nivîsandinê bibin. Lê car din jî herdû birayan hestê xwe di riya saz û awazên xwe de tînin ziman. Mistefa, da zanîn ku wî ji sala 2009’an dest bi fêrbûna ûdê kiriye, piştre li tembûrê xistiye û piştre xwe fêrî kemanê kir. Mistefa destnîşan kir ku tu kesî wî fêrî sazê nekiriye û got ku bi tena xwe ez fêr bûm û min di riya guhê xwe re awaz digiritin û di saza xwe de bikar tanî.
Li navenda çandê dixebitin
Dayîka Mistefa û Ehmed Zerga Mehmûd destnîşan kir ku wê pir zehmetî di xwdîkirina herdû zarokên xwe de kişandiye û got ku zarên wê pir ji guhdarîkirina sazê hez dikirin û xwe fêrî stran û sazê kirine. Dayîk Zerga, destnîşan kir ku herdû kurê wê bi hemû erkê xwe radibin, bi xwe xwarinê çêdikin û ser û cilên xwe dişon. Beriya 6 mehan herdû bira ji ber êrîşên komên çete yên DAIŞ‘ê gundê xwe terikirin û tevlî malbatên xwe li bajarê Kobanê bi cih bûn. Mistefa da zanîn ku komên çete yên êrîşî gundî wan kirine hemû mala wan talan kirine û alavên wî yên mûzîkê jî dizîne. Mistfa xemgîniya xwe anî ziman û êrîşên komên çete şermezar kir. Herdû bira niha di Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido de dixebitin û hewldanên xwe dikin ku koma astengdaran damezirînin.
KOBANÊ