Ji 14 gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîtiya Jinên Azad a Star (YJA-Star) ên ku di 16’ê cotmehê de li çoltera Pilûmûriya Dersimê di bomberankirinê de jiyana xwe ji dest dan Ramazan Karadag (Piling Sûr), Îbrahîm Gultekîn (Dogan Amed), Şevîn Akdamar (Nûjîn Solîn) û Semra Elalmiş (Peyman Kurdistan) duh bi şev ji Meletiyê anîn Amedê û li vir bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin. 
Di merasîma cenazeyan de parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca, Ziya Pîr û Sîbel Yîgîtalp, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, TUHAD-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, nûnerên saziyên civakî û bi hezaran kes amade bû û xwedî li cangoriyên xwe derketin. 

Piştî nimêjê girseyê darbestên gerîlayan hildan ser milan û bi meşekî li gel berzkirina sloganan, lîlandin û çepikan ber cihê lê bên definkirin ve anîn û sloganên “Ey şehît xwîna te li erdê namîne”, “Riya şehît riya me PKK partiya me” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û canze anîn ber goran. 
Piştî axaftinana malbatan av li gorên zarokên xwe kirin. Dayikên ku ji goristanê veneqetiyan gorên zarokên xwe hembêz kirin û giriyan. Welatiyên ku tevlî merasîma cenaze bûn çûn Mala Şînê ya Temira ya li Rezanê hatiye vadan.
Yek ji van gerîlayên jiyana xwe ji dest da endamê HPG’ê Mahmût Bîlgî (Seyitxan Amed) bû. Ji bo Bîlgî merasîm li gund hat amadekirin û wecîbeyên olî yên canaze anîn cih. Cenazeyê Bîlgî li gel berzkirina sloganên bi dilsoziya bi cangoriyan re hat oxikirin. 
Gerîlayê HPG’ê Yavuz Unas (Rûbar Hanî) yê ku di heman bomberankirinê de jiyana xwe ji dest dabû li Hênê hat definkirin. Di dema definkirina cenaze de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehît namirin” û “Ey şehît xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin û her wiha kêliyên xemgîn jî hatin jiyîn.
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Dîlan Akkoç (Destan Agît) a ku di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Terziyan ê navçeya Yenîşehîra Amedê hat definkirin. Li gund ji bo Akkoç merasîm hat li darxistin û piştî wecîbeyên olî cenaze li cem kur xalê wê yê endamê HPG’ê Agît Amed ê ku di sala 2010’an de di pevçûnek li Pulura Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabû sipartin axê. 
Gerîlaya YJA-Star Şenay Laleşahîn (Sehîtxan Amed) ku bi 13 hevalên xwe re di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Huseynika Licê bi tevlîbûnek girseyî hat definkirin. 


AMED