Civîn bi tevlîbûna Şêwermendê Siyasî û Ragihandinê yê PYD`ê Sîhanok Dîbo li Mala Gel a bajêr bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgitinê endamê Meclisa PYD`ê Elî Şemo bixêrhatina beşdaran kir.

Dîbo di civînê de derarê rêvebiriya xweseriya demokratîk de axivî û da zanîn ku rêvebiriya xweseriya demokratîk li ser bingeha hevpeymana civakî yan di navbera hemû pêkhateyên herêmê de hatiye ava kirin. Dîbo got ku rejîmên desthilatdar di nava pêkhateyan de dijminahî pêşxistiye, lewma pêwîste ku hemû pêkhate piştgiriya rêvebiriya xweseriya demokratîk û hevpeymana civakî bikin. Dîbo bal kişan ser biryarên Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî û da zanîn ku ev biryarên dîrokîne ber bi avakirina sûriyeke demokrat û wekhev. Dîbo derbarê civîna Cenevre-2 jî da zanîn ku ew wek partî dixwazin bi şandeyeke serbixwe ku nûneriya hemû pêkhateyên Rojava dike beşdarî civînê bibin. Beşdarên civînê jî derbarê rêvebiriya xweseriya demokratîk de nêrînên xwe vegotin û piştgiriya xwe anîn ziman.

 GIRKÊ LEGÊ