Em kî ne û helbet kî nînin, pirsek e besîd diyar be jî, îro bi xwe jî gelekî tevlîhev û gijoleke bîr û fikrê ye ku ne ferd û ne jî civak bi hêsanî dikarin ji nav hev û ji hev derxin. Yek ji pêşmergeyên di şerê Mûsilê de şehîd bûyî ji Qoserê bû û cenazeyê wî diviyabû derbasî Bakurê Kurdistanê bihata kirin, dewleta Tirk helbet astengî derxistin û ev karê wê û xisleta wê ye. Ti tişta ecêb tê de nîne, lê tişta ecêb ew e ku hinek ecêbmayî dimînin.
Li welatê wan kesên ecêbmayî bixwe, çê û xirab li dijî wê dewletê, li dijî esker û polîsên wê, ciwanan yekîneyên parastinê avakirin hem yên têkel hev û hem jî yên xwerû ji jinan pêk tên. Bi van yekîneyan, ji bo demeke kurt jî be (gerçî şerên bi mehan ajotin demên kurt nînin), ew dewleta bi ti awayî ne ya Kurdan e, li derveyî mekanên diyar hişt. Û ev mekan, kî çi bibêje û çawa binirxîne bi dilê xwe ye helbet, lê di warê dîrokî de ji bo Bakurê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê veguherîn kelehên berxwedanê û heta mekanên azadiyê.
Ha di wê berxwedana bê mînak a di dîroka Kurdistanê de bi sedan ciwanan jiyana xwe ji dest da. Dewleta hov bi wan re bi sedan sivîl jî qetilkirin. Bila jêrzêmînên li Cizîrê ji bo dewleta Tirk bibin cihê şermê, lê belê ji bo gelê Kurdistanê jî ku nikarîbû wan qehremanan rizgar bike.
Ha hingê bi sedan cenazeyên şehîdên şervan û sivîl li erdê hatin hiştin 220 cenaze li goristanên bê kesan hatin veşartin. Hîna jî bi sedan malbatî cenazeyên xwe wernegirtine. Ha ev dewleta ku van cenazeyan nade, karîbû bibe dewletek ku hinek karibin tê de «hevkarekî» binînin. Navên tirtire yên «Kurdistanî» jî li xwe dikin: Tevgera Ciwanên Kurdistanê. Meraqa min ew e, ez doz û daxwazên siyasî li aliyekî datînim; ka gelo wanên ku ji bo qas qir û qiyametê, nikarîbûn ji bo mirovan, ji bo cenazeyên mirovan gotineke xêrê ji bo aliyê Kurd bikin û yek gotina xirab li aliyê Tirk nekirin, wê karibin ji bo «doza xwe» kevirekî biavêjin!
Ez dixwazim biavêjin, kevirekî diduyan û heta sisiyan; vê dewleta hov qebûl nekin, ne bi gotinên pifdayî yên weke «em serxwebûnê dixwazin», lewma me dît hûn nikarin xwedî li kevirekî li kuçeyên Kurdistanê derkevin, hûnê çawa li Kurdistaneke serbixwe xwedî derkevin! Bi kirinên xwe vê bikin, dewletê nexin malên xwe, kolanên xwe, taxên xwe; mesele ji TRT 6’ê dest pê bikin, nexin malê xwe, ew dewleta Tirk e. Kî çi kirasî lê dike bila bike, û ew kes kî dibe bila bibe, ew kes hîna bi ABC’ya Kurdbûnê nizane. Hîna nizane bersiva «em kî ne û kî nînin» bide. Ji ber wê yekê jî divê ew kes pêşî di warê nasnameya Kurdî de ji elîfbêtkê dest bi xwendineke nû bike.
Dîrok li we nanihêre ka we çi got, wê li we binihêre, dema ku banga li Sûrê bilind dibû we çi dikir, çi digot û li kîjan aliyî bûn. Ew ê xêr û gunehê we di mêzîneke wisa de bikişîne ku qet li wê yekê nepirse, ka gotinên we çiqasî ji xwe razî û bê minet in, ew ê binihêre ka hûn li kîjan aliyî bûn dema we ew gotin ji xwe didan der. Hîç dilê xwe xweş nekin, di mala Kurdan de hûn ê nebin tiştekî din ji bilî wan ên ku Şêx Seîd bi tenê hişt, yan jî Seyid Riza bi tenê hişt. Heger ji xwe we ji dewleta Tirk ji xwe re “hevkarek” çêkiribe, jixwe êdî hûn ê ji wan jî xerabtir bin, hûn ê hevkarê “dijmin” bin! Ma ka navekî din dîrokê di mala Kurdî de ji dewleta Tirk re dîtiye heta îro?!
Bi her halî dereng jî be baş e mirov bi şaşiyên xwe bihise, belkî bi rastî hûn karibin li zarok, ciwanên Kurdan xwedî derkevin, ew ji we nehat li cenazeyên wan xwedî derkevin. Naxwe, ew navên qerase bi kêra pîvazekê jî nayên. Dîrok wê wan navan hîç nexwîne, qaîdeyên wê hene û dîroka mala Kurdan jî wê ji pencereya mala Kurdan li vê meseleyê binihêre. Xêr û şerê we jî wê wisa li we bike bar û kar.