BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê rexne li civîna berpirsên ENKS’ê ya li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çawuşoglu kirin û wek pîlanek ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê bi nav kirin. Çavdêran diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi rêya ENKS’ê dijbertiya yekgirtina nava Kurdan bike.

Rojnamevan û Çavdêrên Siyasî Enwer Hisên û Kemal Reuf ji Rojnews’ê re axivîn.

Enwer Hisên diyar kir ku piştî banga Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Kobanî ya ji bo yekgirtina partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ev duwem civîne ENKS li gel rayedarên dewleta Tirk pêk tîne. Hisên got: “Ev serdana ENKS’ê li ser vexwendina Tirkiyeyê pêk hatiye. Di vê civînê û civîna beriya vê de jî dewleta Tirk ji ENKS’ê re ragihandiye ku ew li dijî van hewildanên yekgirtina partiyên Kurde li Rojavayê Kurdistanê û nabe ev yek pêkwere.”

   

Têkildarê heman mijarê Nivîskar û Rojnamevan Kemal Reuf jî diyar kir ku ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve dewleta Tirk di nava hewildanan de ye ji bo yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê çênebe. Her wiha Reuf diyar kir dewleta Tirk gelek caran xwestiye bi rêya ENKS’ê van hewildanên xwe bigihîne encamê.