Pêşmergeyên Dêrîn êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê şermezar kir. Pêşmergeyan daxwaz ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku êdî li himberî van êrişan bêdeng nemînin û bibin xwedî helwêst.

Berpirsê Pêşmergeyên Dêrîn yê Hizba Komînîsta a Kurdistanê, Heme Reşîd Qeredaxî li ser êrişên dewleta Tirk axivî û got, “Ji bo parastina vê xakê ev bi salan e ku em qurbaniyan didin. Her welatek bi taybet jî ew welatên bihêz ku êrişekê bînin ser xaka me, em vê yekê weke dagirkerî dizanin. Lê mixabin, ji ber çarparçebûyîna xaka Kurdistanê, ji her alî ve êriş, destdirêjî û astengî pêk tên.”

 

Ne şer diyalog

Heme Reşîd Qeredaxî daxwaz ji hemû alî û dewletên cîran kir ku ne bi şer, bi diyalogê pirsgirêkê çareser bikin û wiha pêde çû: “Bi taybetî erka hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê ye ku li dijî êrişên dewleta Tirk bêdengiya xwe bişkînin û helwêsteke cidî nîşan bidin.”

   

Hebûna xwe bide diyarkirin

Pêşmergeyê Dêrîn Mecîd Heme Qadir jî got, “Ji aliyên welatên bi hêz ve êrişkirina xaka Başûrê Kurdistanê, tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Ez van êrişan rûreş dikim. Pêwîst e ew dewlet jî êrişên xwe yên li dijî Kurdistanê bidin rawestandin. Rojane ziyanên mezin digihîjin can û malê welatiyên Kurdistanê. Divê ji ber van êrişan hikûmeta Iraqê helwêst û hebûna xwe bide diyarkirin.”

Mecîd Heme Qadir di dawiya axaftina xwe de qala armanca dewleta Tirk û Îranê kir û got; “Armanca sereke ya dewleta Tirkiye û Îranê ew e ku li Başûrê Kurdistanê aramî nemîne. Armanca van dewletan ew e ku herdem zilm û zordarî li ser gelê Kurd bê kirin. Dixwazin Kurdistanê bikin herêmeke eskerî û şer.”

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ