Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê bang li Yekîtiya Ewrûpa, Konseya Bilind a Koçberan û hemû rêxistinên navdewletî kir ku bi erka xwe ya beranberî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê rabin. Her wiha li gorî çavkaniyên ji Efrînê, artêşa Tirk û çeteyên wê 9 welatiyên ji gundên Efrînê revandin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê li Kampa Berxwedanê daxiyaniyek da. Mudîrê Buroya Ragîhandinê ya Serokatiya Meclîsa Rêveber a Efrînê, Egîd Reşîd daxuyanî xwend.
Bi derfetên herî kêm
Di daxuyaniyê de hat gotin Efrîniyên li Şehbayê bi derfetên kêm jiyana xwe didomînin û wiha pê de çû: "Di xaniyên hilweşiyayî, xaniyên mayînkirî û kampan de me dijîn. Kampên li Şehbayê ti piştgiriyê ji ti rêxistinan, yan jî ji ti aliyên navdewletî wernagirin. Lê belê bi derfetên xwe yên herî kêm xwe ji sermê û germê diparêzin. Di encama komployê de ev hat serê welatiyan.
Rêya vegerê misoger bikin
Em bang li Yekîtiya Ewrûpa, Komîseriya Bilind a Koçberan û hemû rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin da ku erka xwe beranberî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne, pêk bînin. Destê alîkariyê dirêjî wan bikin û rêya wan a vegera warên wan, misoger bikin, her wiha dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin."
9 sivîl revandin
Li gorî çavkaniyên herêmî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re ragihandî kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Kebaşîn û Birc Weqase yên girêdayî navçeya Şêrawa 9 sîvîl revandin.
Navê 5 kesên ji gundê Birc Weqase hatine revandin wiha ne: Îbrahîm Umer Heyder (30), Abdulhemîd Îsmaîl Heyder (28), Mihemed Hesen Ebdo (28), Adil Mihemed Şikrî (25) û Fadil Mihemed Şikrî (18). Dewleta Tirk û çeteyên wê, welatî ber bi cihekî nediyar ve birine.
Beranberî berdana wan hezar dolarî dixwazin
Li aliyê din, çavkaniyê (Ş.N) ji gundê Birc Weqase jî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatiyên ji gundê wan ên ku li ber pezê xwe li nêzî gundê Berad bûn, revandin.
Li gorî çavkanî gotî, welatiyên hatine revandin navên wan wiha ye: Nezmî Elî (60), Elî Xelîl (45), Qedrî Beherî (60) û Mihemed (30).
Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan 5 serî pez dizîne û beranberî berdana resên revandî jî doza hezar dolarî kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN