Eskerên dewleta Tirk a dagirker, welatiyekî ji gundê Eyn Xedra yê ser bi bajarê Dêrikê, dema dixwest di sînor re ji Bakur, vegere Rojava, girt û pitre bi êşkenceyê ew qetil kir.

Ciwanê Ereb ê bi navê Hemûd Xelef El-Elî 21 salî bû û beriya bi 5 mehan bi armanca kar çû Bakurê Kurdistanê. Beriya bi çend rojan hewl da ji Bakurê Kurdistanê vegere Rojava û li ser sînorê li hemberî gundê Til Darî yê Dêrikê, eskerên Tirk ew girt. Eskerên Tirk êşkence li El-Elî kir û ew bi êşkencê qetil kir. Eskerên dewleta qatil û dagirker a Tirk ku bi xwe jî qatil in, cenazeyê El-Elî avêtin aliyê Rojava.


Êşkence li cenaze û malbatê jî kirin

Li gorî malbata El-Elî, hevalên Hemûd ên li Bakurê Kurdistanê got, Hemûd hewl da vegere lê eskerên Tirk ew girtin. Piştî ku malbata El-Elî lê pirsî, cenazeyê kurê xwe li ser sînor, nêzî gundê Til Darî dît. Eskerên Tirk gule li kesên nêzî cenaze dibûn direşandin û ji ber vê yekê jî malbatê piştî hefteyekê karîbû cenazeyê kurê xwe ji çolê bîne.


Li Dêrikê veşartin

Li gorî bijîşkê tiba şerî yê nexweşxaneya Dêrikê, Hemûd Xelef El-Elî di encama lêdana bi enerjiya ceyranê û lêdana di serî de, miriye. Cenazeyê Hemûd Xelef El-Elî li gundê wî Eyn Xedra yê Dêrikê hat veşartin.


Navê dewleta Tirk êşkence ye

Eskerên Artêşa Tirk a dagirker ji çend salan ve hewl didin şêniyên Rojava li ser sînor bigirin, êşkence û qetil bikin. Di encama kiryarên eskerên Tirk de heta niha gelek sivîl hatine kuştin û birîndar kirin. 


 ANHA/DÊRIK