Peyama Fidelio ew e ku dema mirovî bawerî bi serketinê anî, dikare tehlûkeya mirinê jî bide ber çavên xwe û têkoşîna xwe ya ferdî û siyasî dewam bike. Peyam Fidelio li Bonnê îsal wê ji bo Demirtaş, Hozan Canê û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê be.
Fidelio yekane opera ye ku bestekarê navdar ê Elman Beethoven çêkiriye. Fidelio li bajarê Elmanyayê Bonnê sersalê bê nîşandan û bi vê operayê wê doza azadiya siyasetvan û hunermendên weke hevserokê berê yê HDP´ê Selahattin Demîrtaş, Hozan Canê û keça wê Gonul (Dîlan) Ors û gelek kesên din bê kirin.
Niha li Bonn a ku Ludwig van Beethoven lê hatiye dinê, pêrozbahiyên 250 saliya wî hene. Mala Operayê ya li Bonnê jî operaya Beethoven a siyasî a bi navê Fidelio li gorî rewşa dîl û girtiyên siyasî yên di hepsên Tirkiyeyê de rehîn, eyar kir. Derhênerê muzîkê yê Mala Operayê ya Bonnê Dirk Kaftan û derhêner Volker Losch wê vê operayê derxin ser dika li Mala Operayê.
Dawiyê li zordestiyê bînin
Beethoven di dîroka muzîkê de bestekarê yekê yê siyasî bû. Besteya wî Fidelio jî nimûneya vê ya herî baş e. Mijar zilamek e ku rastiyên li ser kirinên dij-demokratîk ên li welatê xwe dibêje. Jixwe, ew ji ber vê yekê ketiye hepsê. Li navenda vê mijarê Leonore heye ku ji bo delaliyê ber dilê xwe Florestanî ji hepsê derxe, her tiştî dike. Ev jin bi wêrekiya xwe delalîkê xwe ji hepsê derdixe û dawiyê jî li zordestiyê tîne.
Aliyê Fidelio yê herî karakterîstik ew e ku bi baweriya bi serfiraziyê tevî tehlûkeya mirinê jî têkoşîna şexsî û siyasî dewam dike.
Li gorî hepsên li Tirkiyeyê eyar kirin
Derhênerê şanoya Bonnê Volker Losch, Fidelio li gorî siyaseta rojane eyar kiriye. Hepseke mezin li ber çavê me ye, û nimûneya vê ya herî baş jî dewleta Tirk e ku lê mixalif û Kurdan hema welê dixin hepsan. Fideolio wê cih bide serpêhatiyên mirovên niha di hepsên dewleta Tirk de û wê xizmên wan jî bike mêvan.
Fidelio wê doza serbestkirina Selahattin Demirtaş, Hozan Canê ya ku welatiya Elmanyayê ye û keça wê Dîlan Ors a bi şert tehliyebûyî, girtiyê nexweş Soydan Akay, û rojnamevan Ahmet Altan û tevahiya girtiyên siyasî bike.
Şahid wê bipeyivin
Dogan Akhanli yê li Tirkiyeyê sê caran kete hepsê û îsal Xelata Goethe wergirt wê bi xwe behsa serpêhatiya xwe bike, birayê Selahattin Demirtaşî Suleyman Demirtaş wê behsa birayê xwe bike, biraziyê Hozan Canê Agit Keser behsa wê dike û birayê girtiyê nexweş Soydan Akayî Hakan Akay wê behsa birayê xwe bike.
NAVENDA NÛÇEYAN