Ciwanên Hatayê, ji bo çand û zimanê Erebî bi pêş bikeve, ligel şanoyê dest bi kişandina filmên metrajdirêj jî kirin. Lîstikvan Sevcan Rencuzogullari, diyar kir ku herî zêde gel destekê dide wan. Her wiha Rencuzogûllari got, di dema Rewşa Awarte te ew zehmetiyan dikişînin.
Li Hatayê ciwanên Ereb, ji bo bipêşvexistina çand û zimanê Erebî, çalakiyên çandî û hunerî li dar dixin. Ciwan bi çêkirina filman û lîstikên şanoyî, çand û adetên gel didin der û hewl didin bi vî awayî zimanê Erebî bi pêş ve bixin. Lîstikvan Sevcan Rencuzogûllari, der barê xebatên xwe de hin agahî parve kirin.
Desteka gel hêzê dide
Sevcan Rencuzogûllariyê anî ziman ku wê bi xwe lîstikvaniya xwe bi pêş xistiye û got, “Fikra çêkirina filma bi Erebî ya gel bû. Her wiha, jixwe yek ji me jî ne sînemager e. Sala 2009’an min bi awayekî qerfî dest bi şanoyê kir. Lê niha bi awayekî cidî dikim. Her diçe bêhtir xwe bi pêş dixim. Desteka gel hêzê dide min.”
Filma duyem a metraj dirêj
Sevcan Rencuzogûllariyê bi bîr xist ku filma wan a ewil a metrajdirêj Hasan Fîsso ye û got, “Filmeke komedî bû. Ji bo me gelê Ereb taybetmendiya sereke ya vê filmê, kollektîfbûyîna wê bû. Gelê me zêde destek da me. Tim serdana seta me kir û xwarin û vexwarin dianî. Me wexteke xweş derbas kir. Girtina dîmênê filmê bi qasî mehekê dewam kir. Li gelek cihan hat pêşandan û razîbûn jê hebû. Niha em filma xwe ya duyem a bi Erebî ya metrajdirêj çêdikin. Filma me ‘Kayip Tas’ e. Xwedî îdîa ye ku bi ser keve.“
Ji ber ziman qedexekirin
Sevcan Rencuzogûllariyê got, berê jî wê di filmeke metrajkin de ku li Antaqyayê hat kişandin, rol kiriye û di gelek mihrîcanan de hatiye nîşandan. Wê wiha dewam kir: “Lê piştî ku me ber ji van xebatan girtin, me bêhtir giraniya xwe da huner.” Rencuzogûllari, diyar kir ku her wiha di dema Rewşa Awarte de wan gelek zehmetî kişandine û got, “Du lîstikên me yên şanoyê hatin qedexekirin. Daxuyaniya wezaretê jî ew bû ku ji ber ku bi Erebî bûn hatine qedexekirin. Ev yek nayê qebûlkirin.”
HATAY