Êrişên 5´ê Nîsanê destpêkirî li txa Şêx Meqsûd zêde bûn. Li gorî nûçegihanên ANHA´yê radigihînin, komên çete yên Tirkiye wan diparêze, ji doh sibehî ve rêya Kastêlo, seken Şebabî û çerxerêya Cendûl dan ber topên hawan û fuzeyan. Hat zanîn ku di êrişan de dîsa ziyan li sivîlan bû.
Piştî êrişan di navbera şervanên YPG/YPJ, Şems el-Şîmalê û komên çete de şerekî dijwar qewimî.
Li gorî Navenda Ragihandina YPG´ê, Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Firqa 16., Lîwaa El-Fetih, Civata Festeqim Kema Emert, Alaya 13., Firqa El Şemaliye û Tabûra Nûreddîn Zengî êrişa xwe ya hevpar dewam dikin. YPG dide zanîn ku 10´ê Nîsanê li deverên Seken Şebab, Muselles û Eşrefiyê komên çete hewl dan bi dizî bikevin taxê; di encama destwerdana YPG´ê de li vir 2 endamên van komên çete hatin kuştin û ev hewldana wan hat çikandin. YPG´ê da zanîn ku komên çete bi şev careke din hewl dan bi dizî bikevin taxê, lê ev hewldana wan jî hat pûçkirin û 3 endamên din ên van komên çete hatin kuştin.
Fermandarê YPG´ê şehîd bû
YPG´ê da zanîn ku di êrişên ji 5´ê Nîsanê ve fermandarekî "YPG´ê jî şehîd bûye". Fermandarê YPG´ê yê jiyana xwe ji dest dayî Brûsk Cemal (Bakur Cîlo) ê li Silêmanî ji dayik bûyî ye. Brûsk Cemal dema li bereya pêş şerê çeteyan dikir jiyana xwe ji dest daye.
YPG´ê wekî din ragihand ku çeteyên DAIŞ´ê ji çeperên xwe yên li Cerablûsa Jêr bi sîlehên giran êriş birine ser bajarokê Şêxlerê, li başûrê Şedadê jî bi topên hawan êriş birine ser gundê Elwan. Li grî daxuyaniyê di teqîneke li taxa Qamişlo Kornîşê jî welatiyek birîndar bûye.
Herçî bajarokê Raî yê li bakurê Helebê ye, komên çete yên ser bi Koalîsyna Neteweyî ya Sûrî (KNS) bajarok ê wan 7´ê Nîsanê ji DAIŞ´ê dewr girtibû, dîsa dan dest DAIŞ´ê. Tugaya Sultan Murad a di kontrola Tirkiyeyê de pêr bi şev Raî û çend gundên li devera Şehba valakirin û vekişiya gundê Til Berak.
NAVENDA NÛÇEYAN