Cejna Remezanê roja yekşemê tê pîrozkirin. Cejn hem ji bo piştgiriya civakî û hem jî ji bo îfadekirina mexdûriyetan jî dibe wesîle. Bi rasthatina cejnê re, platforma ji Xerakirina Sûrê re Na û Meclîsa Dayikên Aştiyê, bang li hemû aliyên hestiyar kir û xwestin di rojên 2. û 3. ên cejna Remezanê bi gelê Sûrê re pîroz bikin. Penaberên ji Sûriyê yên li Edenê ji ber zehmetiyan, bêmanemana cejnê kir.

Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, li dijî xerakirina taxa Alîpaşa û Lalebêy ên Sûre li avahiya Komela Ekolojiyê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê platformê Hevberdevka Platformê Buşra Cîzrelîogullari daxuyanî xwend. Cîzrelîogullari diyar kir ku ji 23’ê Gulanê ve dewleta Tirk bi tevahiya şideta xwe dixwaze şêniyên taxan malên xwe biterikînin û wiha peyivî: "Li gel hemû gefan jî şêniyên taxan naxwazin malên xwe biterikînin. Tevî ku gelek caran banga dayîna av û ceryanê hatiye kirin jî ev daxwaz pêk nehatiye. Demeke dirêj e şêniyên her du taxan bi êrîş, zordestî û koçberkirinê re rû bi rû mane." 


‘Avahiyên saxlem xera dikin’ 

Cîzrelîogullari anî ziman ku bajarê Amedê bi tevahî li dijî xerakirina Sûrê ye û wiha domand: “Çi alîgirên desthilatdariyê û çi jî alîgirên muxalefetê, hemû li dijî xerakirinê nerazî ne. Me çavdêriya wê kiriye ku ev nerazîbûn ji ber pêvajoya tinekirin û êrîşan dengekî civakî derxistiye holê. Li gorî xebata platformê tespît kiriye, 1026 avahî hildane bin çarçoveya bajarvaniyê. Ji van avahiyan nîvî zêdetir hewcehî xerakirinê nakin. Lê heta niha 432 avahî hatine xerakirin. Kê ev dane jî nîşanî me didin ku ji sedî 87 ên avahiyan saxlem in û li gel vê yekê jî ji sedî 42 li qadê avahî hatine hilweşandin. Li gel vê yekê jî dixwazin ji sedî 58 cihên ne bi rîsk in jî malên welatiyan bi ser wan de xera bikin.” 

Cîzrelîogullari di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku ew ê li dijî xerakirinê Sûrê hin bêhtir xebatên berfireh bikin û dê ji niha şûn ve bêhtir li cem gelê Sûrê cih bigirin. 


'Ji gelê Sûrê çi dixwaze?’ 

Meclîsa Dayikên Aştiyê jî têkildarî mijarê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Meclîsê Hanim Atli, anî ziman ku li ti deverê ti kes rastî vê pêkanîn û hilweşandinê nehatiye û got: “Bi salan e ez li wir dijîm. Ez kevirên reş ên li ber dere xwe bi qesran jî naguherînim. Erdogan ji gelê Sûrê çi dixwaze?” Atli anî ziman ku hinceta xerakirinê xendekan didin nîşandan û wiha bi dawî kir: “Li ku dera Alîpaşa û Lalebêy xendek hene? Divê ku hemû Amed piştgiriya Sûrê bike. Em bang li her kesî dikin ku roja 2’emîn û 3’emîn a cejnê bên Sûrê û bi gelê Sûrê re cejna xwe pîroz bikin.”


'Cejn ji bo penaberan bê wate ye'

Li aliyê din bi hezaran penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê berê xwe dan Çûkûrovayê, piraniya wan di konên serobero de dijîn û li nav zeviyan dixebitin. Penaberên Sûriyeyî ku di şert û mercên xirab de bi awayekî erzan li nav zeviyan dixebitin, bi hesreta cejnên li welatê xwe ne. Penaberan, anî ziman ku ew ji xaka xwe dûr in û ji ber vê yekê ji bo wan ti wateyeke cejnê nîne. 

Ji penaberan Elî Ehmed ê ku li nav zeviyan dixebite got, ji bo wan ti maneya cejnê nîne û wiha peyivî: "Heke pereyên me hebûna, em ê di konan de nejiyana û li nav zeviyan nexebitiyana. Cejn nehatiye ber deriyê me. Heke bihatana, em ê ne di vê rewşê de bûna. Çimkî, hûn halê me dibînin. Ez ê roja cejnê di kon de rûnêm û bigirîm." 

Eynê Rondî jî wiha axivî: "Cejn hatiye, lê em çi bikin. Cejn ji bo kesên ku ne dûrî ax û welatê xwe ne heye. Em li van deran wek koleyan dijîn. Cejn ji bo me nehatiye." 


Cejnê bazar xweş kirin

Welatiyên bajarên Kobanê, Minbic û Girê Spî amadekariya pêşwazîkirina Cejna Remezanê dikin û tevgera wan di nava bazaran de zêde bûye.

Roj bi roj tevgera welatiyên bajarên Rojava û Bakurê Sûriyê bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re, li nava bazaran zêde dibe. Welatiyên bajarên Kobanê, Minbic û Girê Spî jî berê xwe didin bazaran, cil û bergan, lîstikên zarokan û şêraniya Cejnê dikirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Kobanê li nava bazaran digerin û pêdiviyên Cejnê dikirin. Dikandaran da zanîn ku buhayên îsal ji sala borî ezrantir in û diyar kir ku li gorî par, miqdareke mezintir ji madeyan li bajêr hene.

Welatiyên bajarê Minbicê jî ku îsal Cejna xwe bi azadî pêşwazî dikin, berê xwe didin bazaran û pêdiviyên Cejnê dikirin. Welatiyan hatina Cejnê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Ehmed Mûsa diyar kir ku Cejna îsal dê bi saya hêzên ku parastina bajêr dikin, ji salên bihurî baştir be û bal kişand ser tevgera welatiyan di nava bazaran de.



Zalimên xwînxwar wê berjêr bibin

Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli  bi hatina cejnê peyamek weşand. Di peyama xwe de Turhalli got, ji bo dawî anîna li zilmê Quran ji pêxember re hatiye şandin û wiha dewam dike: “Destpêka meha Remezanê rehmet, nîvê wê merîfet û dawiya wê jî azadbûna ji dojehê ye.” Turhalli dibêje, xwediyên desthilatdariyê yên Ereb, Fars û Tirk dîn êsîr kirine û kirin ku Misilman nikaribin rastî û şaşiyên ji hev derêxin, ji ber vê jî rê li ber xirabî û êşan vebûye. Turhalli Ayeta Sûera ya wekî „Zalim wê di demeke kurt de bibînin ka ew ê çawa ser berjêr bibin” bi bîr dixe û dibêje, “Doza mafdar a gelê Kurd hem insanî û hem jî Îslamî ye”. Turhall peyama xwe wiha bi dawî dike: “Bi vê rasthatinê em cejna Remezanê ya tevahiya gelê Kurd û alema Îslamê pîroz dikin.”