Dayika Andok her dem çavên wê li rêya kurê wê ma û bi hêviya dê rojekê vegere pirtûk û cilên wî her dem veşartin. Andok li gundê Înîka yê quntara Çiyayê Andokê ya Pasûra Amedê hatiye dinê û heta 6 saliya xwe li vir maye. Mala Andok lê ji dayik bûyî û gundê wan sala 1993'yan ji hêla hêzên dewletê ve hat şewitandin. ji ber vê jî koçberî navçeya Manîsayê Salîhliyê dibin.
‘Ew ê me rihet nehêlin’
Andok sala 2004'an li Lîseya Salîhliyê di pola 2'emîn de dixwîne, di xebatên ciwanan de cih digire. Dema sala 2005'an ji lîseyê mezûn dibe, di xebatên "Lîseyên Azad ên Alternatîf" de li Îzmir, Stenbol û Amedê xebatan dimeşîne. Ji ber karê xwe rojekê ji malbata xwe re dibîje, "dema ez li vir bim dê ji were rihet tune be" û berê xwe dide çiyayên azad, lê belê pasdarên Îranê wê digirin.
Li êşkenceya li Xizrî kirî şahidiyê dike
Dema Andok li Îranê 40 rojî tê girtin bi îşkenceyên dijwar re rû bi rû dimîne. Li Girtîgeha Urmiyeyê bi girtiyên PJAK'ê re dimîne. Li vir bi siyasetvanê Kurd Huseyîn Xizrî yê di 14'ê çileya 2011'an de hat darvekirin re di heman qawîşê de dimîne û şahidiyê dike li êşkenceyên li Xizrî tên kirin.
Da pey şopa kurapê xwe
Zarokatiya Andok û kurapê wî Erdal Tekîn (Zana Andok) ê di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dayî, hevalên hev ên zarokatiyê ne. Di heman dibistanê de xwendine û bi hev re li heman taxê jiyane. Berî Erdal tevlî PKK'ê bibe, di nameya ku ji malbatê re dinivîse de dibêje: "Rêya min rêya Andok e." Piştî bi zorê tên koçberkirin, bi salan şûn de li Amedê ev herdu heval hevdu dibînin. Erdal di 24'ê Sibatê de li Sûrê, Andok di 7'ê Hezîranê de li Licê tevli kerwanê nemiran dibe.
‘Di dilê me de hesret ma’
Dayika Andok, Saniye Tekîn bi salan kurê xwe nedît der barê hesreta kurê xwe de got: "Ji bo ez wî bibînim, cihê ku ez neçûmê nema. Ez heta Qandîlê çûm. Lê min ew nedît. Ew çû û di dilê min de weke hesretekê ma."
Dayik Tekîn nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP'ê û dewletê da û eşkere kir ku ev polîtîkayên qirêj bûne sedema mirina kure wê û dibêje: "Rêya ku kurê min tê de çû rêya me hemûyan e. Xwedê ji wan re nehêle."
DÎHA / AMED