'Birayê min bû zavayê Kurdisanê'
Di dema merasîma cenaze de xwîşka Acer Şevîn Acer axivî û wiha got: "Birayê min bû zavayê Kurdistanê" Piştî merasîma defînê bavê Acer Alî Acer jî diyar kir ku dema kurê wî hate dinê wî navê "Fermandarê Fermandaran Agît" lê kir û wiha got: "Ew jî layîkî vî navî bû. Divê mirov layîkî kurê xwe bibe û wê rûmetê hilgere. Minafikê Fethullah piştî deryayan fermanan dide. Li malên Kurdan lorîk bi dawî nabin. Lê ewlatên gelê Kurd dê hesabê ji vê zihniyetê bipirsin." Axaftina Acer bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
Mamê Acer ji ber qrîza dil jiyan xwe ji dest da
Piştî karên defînê girseyê çareke din bi sloganan heya ber mizgeftê meş li dar xistin. Dema girse li ber avahiya Midûriyeta Polîsan re debas bû ji ber tedbîrên ewlehiyê yên berfireh bertek nîşandan û kevir avêtin. Piştî rêveberên BDP'ê ketin navberê rageşî bi dawî bû. Piştî girse hate mala şînê hînbûn ku dema cenazeyê Acer ji mizgeftê hate girtin Mamê Acer Siddik Acer (54) ji ber xemgîniyê qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî vê agahiyê girseyê slogana "Şehîd namirin" berz kir. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Acer jî li goristana navçeyê definkirin.
DÎHA/AMED