Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Habeş Dagtekîn (Denîz Kendal) ê ku di 13'hê cotmehê de di pevçûna li navçeya Pazarcixê ya Gurgumê de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li gundê Humera yê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Dagtekîn piştî ji aliyê xizmên wî ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn gundê Humerayê. Rêveberên BDP’ê yên Riha û navçeyan, nûnerên Riha û Qoserê yên MEYA-DAR’ê, şaredarên navçeyan û bi hezaran welatiyan konvoya cenaze pêşwazî kirin. Piştî vecîbeyên olî hatin bicihanîn cenaze bi sloganên “Şehîd namirin” , “PKK gele gel li vir e”, “PKK Tolhildan”, “Ey şehîd xwina te li erdê namine” û “Bijî Serok Apo” birin goristanê. Bi sedan polîs û hêzên çewîk ên polîsan bi wesayîtên zirxî goristan dorpêçkirin û di navbera leşker û welatiyan de rageşî derket. Cenazeyê Dagtekîn bi sruda “Çerxa Şoreşe” bi girseyî hate definkirin. 

RIHA