Malbata gerîla Derya Tamer, pêr cenazeyê keça xwe ji Meletiyê wergirtin û anîn amedê. Piştî cenazeyê endama HPG'ê Derya Tamer (Ronahi Yekbûn) ya ji Dara Hênê ya Çewlîkê ku di 16'ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, anîn Amedê şevê din li morga Goristana Yenîkoyê hate rawestandin. Cenazeyê HPG'ê ku duh bi sloganên "Şehîd namirin"li goristana Yenîkoyê ya Amedê hate pêşwazîkirin, îro ji aliyêhezaran kesan ve hate definkirin. Girseya ku li ber mizgefta Yenîkoyê kom bûn, darbesta Tamer bi ala PKK'ê pêçan û heta goristanê meşiyan. Jinan darbesta Tamer hilgirt ser bilê xwe û bi dirûşmeyên "Ey şehîd çeka te li erdê namîne", "Şehîd namirin" heta goristanê meşiyan. Di merasime de alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û meşiyan. Di mirasimê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Seroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafize Îpek, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî beşdarî merasimê bûn.
Di merasime de polîsên hêzên cevîk û polîsên sivîl bi panzêr û TOMA'yan tedbîrên mezin girtin. Polîsan nexwest girse bimeşe û sloganan berz bike. Lê girsê bêyî ku li polîsan guhdar bike slogan berz kirin. Polîsan dîsa bi hêza dewletê gefli gersê xwarin. Jinan darbesta HPG'ê Tamer a bi ala PKK'ê pêçayî heta gorê li ser milê xwe kirin û meşiyan. Di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Ey şehîd çeka te li erdê namîne", "Lêxe gerîlla lêxe, Kurdistanê ava bike" berz kir. Girsê di merasimê de alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.
Li ser gorê dayika Derya Tamer Pakize Tamer axivî û got: "Keça min Derya min bûkaniya te veşartiye." Bi vê gotinê dema hestewar pêk hat. Piştî definkirinê rêz hate girtin. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, ji xaivî û bertek nîşanî helwesta polîsan da.
Girseya tev li merasimê bû, piştî merasimê çûn Mala Sersaxiyê ya Muntazan a li tenişta Mizgefta Mezin.
Li Comêrgê merasîmên canezeyan
Cenazeyê Endamên HPG'ê yên li taxa Ormanê ya Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan Mehmet Tekin (Seyit Gever) û Necman Bor (Adar Agir) li Goristana Orman a Geverê bi girseyî hatin definkirin.
Malbatên Endamên HPG'ê yên li taxa Ormanê ya Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan Mehmet Tekin (Seyit Gever) û Necman Bor (Adar Agir), piştî cenazeyên wan ên 70 rojin li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibûn girtin wergirtin, anîn Geverê. Malbatê piştî cenazeyên zarokên xwe anîn Geverê bi girseyî û siloganên "Şehît Namirin" defin kirin. Karwanê cenaezyên endamên HPG'ê Bor û Tekîn ku li pêş Otela Oslo hatin pêşwazîkirin, ji aliyê 10 hezaran kesan ve li ser milan heta Mizgefta Navendî meşiyan. Pişti cenazeyên endamên HPG'ê gihiştin navenda navçeyê, hemû esnafan dikanên xwe girtin û tev li meşa cenaze bûn. Girseya ku li ber Mizgefta navendî kom bûn, darbestên endamên HPG'ê Bor û Tekîn wergirtin û danîn ser milê xwe. Girseya ku darbestên endamên HPG'ê Bor û Tekîn bi alên PKK'ê pêçan, alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind kirin. Girseya ku piştî wecîbeyên olî 2 darbestên HPG'iyan wergirtin û heta Goristana Ormanê meşiyan. Di meşê de zarokên endamê HPG'ê Mehmet Tekîn ên 5, 7, 9, 11 salî jî tev li merasimê bûn. Malbata endamê HPG'ê yê 18 salî Nejman Bor jî di merasime de hine li destê kurê xwe yê perçekirî kirin. Girseya ku darbestên 2 endamên HPG'ê li ser milên xwe kirin û heta Goristana taxa Ormanê meşiyan, cenaze li vir bi girseyî û siloganên "Şehît mamirin defin kirin" Girsê piştî cenaze defin kirin li ser gorê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.
'Gelê Kurd wê bi biryar têbikoşe'
Nûnerê MEYA-DER'a Geverê Sadullah Duzen, di merasimê de piştî definkirinê axivî û wiha got: "Bi salan e em tên kuştin. Hêzên dagirker jî bê westan me dikuje. Lê bedelê vê dozê heye. Dema em ji bo vê doza mafdar bedelan didin, em bêtir bi dozê ve tên girêdan. Gelê me bêtir bi biryarek xurttir li şehêdê xwe xwedî derdikeve. Em bang li gelê Kurd dikin û bêtir li nirxên xwe xwedî derkevin.
Girseya ku piştî merasimê dest bi meşê kirin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Piştî polîsan mudaxaleyî girsê kir, bûyer derketin. Polîsan bi bombeyên gazê û girsê jî bi keviran besîv da. Buyerên li nava kolanan belav bûn didomin.
AMED/COLEMÊRG