Demîrtaş bibîr xist ku gava Serokwezîr Erdogan li Amedê bû li girtîgehan sirgûn dihat jiyîn û ev anî ziman: “Ev civak ne civakeke ehmeq e. Der heqê sirgûnan de tu li Amedê digirî, lê di heman demê de 300 mehkûman sirgûnî girtîgeheke zêdeyî hezar kîlometre dûr dikî. Di feraset û têgihiştina te ya sirgûnê de şaşitiyek heye. Ji aliyekî ve tu dibêjî yên li sirgûnê bila vegerin, li aliyê din tu bi xwe mirovên li girtîgehan sirgûn dike. Em ji Wezareta Edaletê di vê der barê de li benda daxuyaniyekê ne. Sedema wê çiye? Hûn cih ji çi re vedikin? Ewqas girtiyên siyasî têra we nekir? Ji bo operasyon û girtinên nû cih vedikin? Gotina Serokwezîr a ‘emê girtîgehan vala bikin’ ev e? Ev gotin hêsan e, lê bi gotinan girtîgeh vala nabin. Gelo hûnê bi operasyonên nû yên siyasî re vê pêvajoya çareseriyê bicih bînin?” Demîrtaş diyar kir ku 322 girtî ji nişka ve hatine sirgûnkirin û destnîşan kir ku vê yekê baweriya bi desthilatdariyê tine kiriye.
Girtiyên nexweş
Demîrtaş da xuyakrin ku girtî ji ber Kurd in û gotinên Kurdistan tên ragirtin û wih pêde çû: “Tu gotinên wan li Amedê bikar tîne, lê wan jî sirgûn dike. Bi taybetî jî di mijara girtiyên nexweş de dikare rê li ber encamên neyînî veke. 160 girtiyên bi nexweşiyên giran li benda berdanê ne. Girtîgeh cihê herî hesas ê civakê ye. Eger der barê girtîgehan de tiştekî berçav neyê kirin, tu pêşketin nabe. Eger ji girtîgehan cenaze derkeve, ev hêviyên hewl tê dayîn bê afirandin, wê ji holê rabin.” Demîrtaş destnîşan kir ku divê hikûmet sozên xwe yên der barê mijara girtiyên nexweş de dane, bicih bîne.
Rewşa Rojava
Demîrtaş bal kişand ser polîtîkayên dijberiya rojavayê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Li Reqayê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) rêveberiyê îlan dike, lê kes dernakeve li hemberî vê ranabe nabêje em bi guman in. Gelo ev li dijî çi ne? Li dijî meclisa hevpar a li Rojava derdikevin. Mejiyê van ev e. Dibêjin emê destûrê nedin ‘çê bû qediya’ lê li aliyê din destûrê didin ew kesên ‘nahêlin jin li ser kursiyê rûnên.’ Kurd bêje Xweda yeke dê vana bêjin na ne welê ye. Ew çend bi tirsên dîrokî tevdigerin. Gelo mal û milkê kesî talan kirin? Gotin em dixwazin li ser xaka xwe xwe birêve bibin. Niha ji vê bi fikarin. Ji ew kesên ji Efganîstan, Îngilîstan, Bexdayê tên serê mirovan jê dikin, zarokan, jinan jê dikin, bi fikar nînin. Pereyan didin wan, li kampên li vê derê destûra perwerdeyê didin. Di axaftina bi mîkrofonê re demokrasî hêsan e, lê hesabdayîna 3 kesên li ser sînorê Rojava zehmet e. Li mîkrofonan hesabpirsîna 80 salan ji desthilatdariyên din hêsan e, lê hesabdayîna kuştina 72 kesan di meşan de yên di dema desthilatdariya xwe de, zehmet e. Yekî bi tenê jî ceza negirtiye. Yahya Menekşe, Aydin Erdem, Şerzan Kurt, Halîl Îbrahîm Oruç, Murat îzol, Medenî Yildirim, Ethem Sarisuluk tam 72 kes li kolanan bi destê dewletê hatin qetilkirin. Mîna bûyera li ser sînorê Rojava.” Demîrtaş di axaftina xwe de girîngiya konferansa Meclisa Ciwanan a BDP’ê ya 30’ê Mijdarê ku wê li Amedê bê lidarxistin destnîşan kir.
ENQERE