
Belgefilma "Dayikên 12'ê Îlonê" behsa lêgerîna wan dayîkan dike ku di darbeya 12'ê Îlona sala 1980'yî de zarokên wan di bin çavan de hatine windakirin. Derhênera filmê Sevil Erdem diyar kir ku ew bûyerên 12'ê Îlonê yên dayîkan şahidî li wan kirî vedibêjin û wiha peyivî: "Li hundir, li hemberî tundî, şidet û êşkencê berxwedana şoreşgeran, li ber derî jî berxwedana dayikan û hevbeşbûna tekoşîna wan."
Ev 8 sal in ku Ekiba Doliceh Filim li ser belgefilma "Dayikên 12'ê Îlonê" dixebitin. Di 12'ê Îlonê de film kete vîzyonê. Ji 3 derhênerên film a ku di heman demê de di dema 12'ê Îlonê de di girtîgehê de mayî Sevim Erdem çêkirina film nirxand. Sevim diyar kir ku film ji aliyê Ekiba Doliche Filim ve hatiye amadekirin û piraniya yên di ekibê de cîh digirin wê demê di girtîgehê de bûn.
'Tiştên hatî serê dayikan belgeyên dîrokî ne'
Sevim derbarê armancên xwe yên çêkirina filmê de wiha axivî: "Me xwest em derbarê kesên di wê pêvajoyê de di girtîgehê de êşkence li wan bûyî de, xeyal û dema derketin derve jiyana wan çawa bû, filmekê çêkin. Em bi vê armancê hatin ba hev. Di serî de me lêkolîna 12'ê Îlonê kir. Beriya projeyê me guh da dayikan. Dayik êdî pîr in û dibe ku ew rehmet bikin. Dê şahidiyên wan hemû bi wan re biçin. Lewma tiştên hatin serê wan hemû belgeyên dîrokî ne. Divê ew werin tomar kirin."
'Dayik nebana ev film çênedibû'
Sevim wiha qala sê xalên bingehîn ên filmê dike: "Di serî de bêyî ku em ji tu saziyan alîkariyê bixwazin me despê kir. Ya din jî me ji derdora xwe û derdora dayikan daçûna film berhev kir. Ya sêyemîn û herî giring jî dayikan alîkarî kir û em li her derê digihandin mirovan. Dema ku ev her sê nebana filim çênedibû. Bi giştî me 300 hevdîtin kirin. Ji wan 116 dayik bûn. Ji wan 57 dayîkan di filmê de cîh girt. Ji wan 116'an pirtûkek pêk hat."
'Ev film behsa dayikan dike'
Li ser pirsa "ev film dixwaze çi bibêje?" Sevim got: "Li gorî min dayik bi xwe vê filmê vedibêjin. Di serî de xebera wan ji tiştekê nebû, nedizanîn zarokên wan bûne şoreşger, bi qereqol û dadgehê nedizanîn, zarokên wan yan ji malê li ber çavê wan digirtin dibirin, yan ji kolanê digirtin dibirin yan wê demê xebera windakirina wan dibihîstin yan jî demekê paşê. Êdî, ew dayik diketin pey derdê dîtina zarokên xwe."
'Şoreşgeran li hundir dayikan li ber derî li ber xwe dida'
Sevim anî ziman ku di pêvajoya 12'ê Îlonê de dema ku di girtîgehê de şoreşger naskirî, dayikên wan jî nas kirine û wiha dewam kir: "Şoreşgerên ku şansê wan ê derbasbûna girtîgehê çêdibû, dayikên wan jî li ber derî tevlî berxwedanê dibûn. Li hundir li hemberî tundî, şidet û êşkencê berxwedana şoreşgeran, li ber derî jî berxwedana dayikan û hevbeşbûna tekoşîna wan. Dixwestin tiştekê bikin û dibûn avakarên Komeleya Mafê Mirovan. Niha jî tekoşîna dayikan bi Komela Mafê Mirovan, Dayikên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê dewam dike."
JINHA / STENBOL