Mihrîcana Hunerê Zarokan a 3´yemîn malovaniya 11 komên govenda gelêrî ya zarokan jî kir.

3ʹyemîn Mihrîcana Hunarê Zarokan 5ʹê Îlonê li navena Çand û Huner a Aram Tîgran li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê tê lidarxistin û wê 12ʹê Îlonê ango sibe bi  dawî bibe.

Rojên derbasbûyî yên mihrîcanê, malovaniya gelek komên hunerî kir ku beşdarî mihrîcanê bûn û bernameyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Di bernameya îsal de bernemeyên folklorî hatin pêşkêş kirin, her komekê çanda herêma xwe pêşkêş kirin.

Koma Zarokan a Şengalê jî govenda ji çanda Şengalê pêşkêş kir. Koma Şehîd Kisra jî govenda herêma Wanê pêşkêş kir, her wiha koma Şehîd Canwelat jî govendên taybet bi herêma Gimgimê pêşkêş kirin. 


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ