Kovara xwendakerên beşa Ziman, Dîrok û Erdnigari yê Zaningeha Enqerê “Roza” bi hejmara xwe ya heştemîn silaveke germ li xwendavanan dike.
Kovara Roza ji alî xwendakerên welatparêz ên li Zaningeha Enqerê ve ji 4’ê Nîsana 2014’an ve derdikeve û xeta Tevgera Azadiya Kurd û felsefeya wê ji xwe re esas digre. Kovar bi du zimanî ango bi Tirkî û Kurdî derdiçe. Her wiha ji hepsên seranserên Tirkiyê girtiyên azadiyê û xwendakarên zaningehan ji Rozayê re dinivîsîn. Kedkarên kovarê xebatên xwe wekî “komun” bi nav dikin lewre jî xwe wekî “Komuna Rozayê” didin pênase kirin û di vê çarçovayê de xebatên xwe kolektîf dimeşînin.
Naveroka hejmara 8’emîn
DI vê hejmarê de weki her car gotar, çîrok û helbestên ji girtiyên azadiyê hene. Girtiyê azadiyê Musa Şanak serhatiya xwe ya zarokatî bi serenavê “Lixwevegerîn” vegotiye. Her wiha girtiyê azadiyê Hecî Nehsan jî pirsa “Bedewnasî yan jî felsefeya hunerê?” kiriye. Laleş Çeliker bi çîroka “Mirov Çawa di nava xwe de digirî?” derdikeve pêşberî xwendevanan.
Kovar vê carê nivîskarên ji çiyayên azad jî dihewîne. Bi gerîla û nivîskar Xeyrî Garzan re hevpeyvîneke li ser tevlîbûna wî ya gerîla û nivîskariya wî heye. Wekî din jî helbset, ceribandin û çîrokên cur bi cur bi Tirkî û Kurdî di kovarê de cihên xwe digirin. Kovar bi giştî ji 96 rûpelan pêk tê.
Her diçe kêm dibin
Xwendakarên Kurd yên li zaningehan di ronakbîriya Kurdan de roleke sereke leyistin. Nexasim piştî 2000’an bi bêdengkirina çekan xebatên çand û hunerî di zaningehan de geş bûn. Xwendakerên welatparêz û şoreşger li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê kovarên cur bi cur derxistin. Ev kovaran di weşangeriya Kurdî de cihên xwe girtin û bi mîsyoneke “zanko”yê rabûn. Lê belê weşanên wan kovaran niha kêm bûne, sedema vê yekî ji alîkî pêkûtî û zextên dewletê Tirk e û alî din jî geşbûna şer û siyasetê ye. Rexmî girtin, kuştin, pêkûtiyên dewleta Tirk, zaningehan di ronakbîriya Kurdî de qadekî bivênevê ye.
ENQERE