Kovara Çîrûsk wek her car vê carê jî bi naverokeke têr û tijî derket pêşberî xwînerên xwe. Çirûskê, bi hejmara xwe ya 25’emîn de heşt salên xwe temam kir û ket sala 9’an. 

Nivîskar û edîtorê Kovar Çîrûskê Rênas Jiyan di derbarê pêşketina Kovara Çirûskê de axivî û got gelek nivîskarên nû bi saya kovarê rahiştin pênûsa xwe û dest bi nivîsê kirin. 

Rênas Jiyan ji bo nivîskarên nû kêfxweşiya xwe tîne ser zimên û dibêje: “Bi dehan, bi sedan nivîskarên nû cara yekem di Çirûskê de dest bi nivîskariyê kir. Îro gelek ji wan xwedî pirtûk in. Nivîskarên bitemen jî ji bo me xwedî xatir in lê belê em bi piranî vê kovarê ji bo nivîskarên nû derdixin.”


Naveroka vê hejmarê

Di hejmara 25’emîn de bi wêjekar Sîdar Jîr re li ser wêje û nivîskariyê hevpeyvînek heye. Çirûsk ligel ku di her hejmara xwe ya nû de cih dide danasîna nivîskareke/î Kurd jî di vê hejmarê de dosyayeke bi vî rengî tune ye. Lê gelek nivîsên balkêş ên wekî ‘Edebiyata Kurdî û Çanda Xwarinê’ ya Dilazad A.R.T, ‘Dîrok û Zanîn jî bi Genan re Derbasî Nijadan Bibûna’ ya Denîz Şan û ji ‘Lepik’ a Rênas Jiyan cihê xwe digirin. Rênas Jiyan ji bilî vê kurteçîrokê di nivîsa xwe ya pêşekê de jî li ser asîmîlasyonê nivîseke balkêş nivîsiye. Jiyan bi sernavê ‘Evîna Asîmîle’ balê dikişîne ser aliyeke otoasîmîlasyonê ya di warê evîn û evîndariya bi zimanê serdestan de. Her wiha ji nivîskarên cuda cuda helbest, gotar û hwd hene. 


 AMED