Serokê şaxa Hewlêr ya Yekîtiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê anî ziman ku rêjeya hawirdekirina kel û pelan ji bo Herêma Kurdistanê li gorî sala par gelek ketiye xwarê. Herwiha balkêşa ser boykotê jî û da zanîn ku ji ber boykota malê Tirkî, hawirdeya ji Tirkiyeyê jî kêm bûye.
Serokê şaxa Hewlêr ya Yekîtiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê Geylan Hacî Seîd, bi daxûyaniyek çapemeniyê rêjeya hawirde û henardeya sala 2019’an eşkere kir.
Li gorî rêjeyê di 9 mehên sala 2019’an de 48 milyar û 970 milyon dolar ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê hawirde hatiye kirin. Ev yek ji bilî xizmetguzariya ceyran û gazê ya ji welatê Îranê tê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di pileya yekem de ji Tirkiye û Îranê kel û pel hatine hawirde kirin. Piştî wê jî welatê Çîn bi bihayê 5 milyar dolar kel û pel hawirdeyê Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye.
Hacî Seîd balkêşa ser bandora boykotkirina malê Tirkî jî û da zanîn ku hawirdekirina malê Tirkî 492 milyon dolar ketiye. Seîd da zanîn ku sedemê ketina hawirdeyê, boykot bû.”
ROJNEWS/HEWLÊR