Helbestvan û nivîskarê rojnameya me Arjen Arî bi beşdarbûna dost û hevalên wî li goristana Yenikoyê bi helbestan hate definkirin. Di merasîma definkirinê de Nûnerê PEN’ê Şeyhmus Dîken  diyar kir ku em ê têkoşîna wî bidomînin.
Helbestvan û nivîskarê rojnameya me Arjen Arî ku bi pençeşêrê bû di 30’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Bi beşdarbûna Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û gelek nivîskar û heskiriyên helbestvan Arî li goristana Yenikoy merasîm pêk hat. Merasîm bi xwendina helbestên Arî û hevalên wî yên li ser wî nivîsandine dest pê kir.  Nunêrê PEN’ê Şeyhmus Dîken diyar kir ku wan bi Arî re Nûnertiya PEN’ê vekirana, lê Arî wan tenê hiştiye û wiha got: “Hêvîdarim ku wê helbestên Arî bibe klasîkên cîhanê û wê wekî navderekî helbestvanê kurd li cihanê bê naskirin.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir di merasîmê de bibîr xist ku yên ji bo gelên mazlûm tê dikoşin û jiyana xwe ji dest didin pîroz in û wiha berdiwam kir: "Mirin a li ser axa pîroz û ji bo gelên mezlûm gelekî watedar e. Arjan Arî jî yek ji van mirovên pîroz bû. Serê me tevan sax be. "
Alîkara Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe de bi bîrxist ku hemû mirin êşê didin û derbarê wefata Arjen Arî de jî hestê xwe wisa rêz kirin: "Di pêvajoyeke ku rojane mirin pêk tên de ji nav me koçkirina Arjen êşên me zêdetir kirin. Arjen ji bo zimanê Kurdî xabatên giranbûha meşandin. Ji bo pêşxistin û bihêzbûna Kurdî gelek ked da. Oxir be jê re."
Piştî axiftinan darbesta Arî ji hêla hevalên wî ve li ser milan birin goristanê û li wir hate definikirin.

Ji KCK’ê û BDP'ê peyama sersaxiyê

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi munasebeta wefata helbestvan Arjan Arî peyamên sersaxiyê weşandin.
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê ji bo helbestvan û nivîskarê Kurd Arjen Arî ku duh çû ser dilovaniya xwe peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de hat gotin: “Em ji bo malbat û xizmên kedkarê mezin ê Ziman û Wêjeya Kurdî, milîtanê têkoşîna li dijî qirkirina çandî û mînaka rewşenbîriya welatparêz Arjen Arî sersaxiyê dixwazin.”
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê ji bo nivîskar û helbestvanê Kurd Arjen Arî û nivîskarê Azadiya Welat ê ku bi nexweşiya penceşêrê ket û çû ser dilovaniya xwe peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyamê de hat gotin; “Mêtîngeriya Tirk dixwaze bi qirkirina çandî hemû gelê Kurdistanê yê ku bi qirkirina fîzîkî re rû bi rû ye, ji holê rabike. Ji ber vê çendê, têkoşîna li hemberî qirkirina çandî ya li hemberî berxwedana neteweyî ya li Kurdistanê pêk tê, xwedî cihek hêja û girîng e.
KCK’ê diyar kir ku wana bi xemgînî agahiyê wefata hebestvan-nivîskar Arjen Arî bihîstiye û got; “Em ji bo malbat û xizmên kedkarê mezin ê Ziman û Wêjeya Kurdî, milîtanê têkoşîna li dijî qirkirina çandî û mînaka rewşenbîriya welatparêz Arjen Arî sersaxiyê dixwazin û em êşa wan parve dikin.”

BDP: 'Her tim bi hûrmet wê were bîranîn'

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) têkildarî wefata helbestvan Arjen Arî peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama navenda giştî ya BDP'ê de hate destnîşan kirin ku agahiya mirina Arjen Arî ew gelekî xemgîn kirine.
Di peyama BDP'ê de wiha hate gotin: "Bi helbestên xwe ji bo edebiyata Kurdî, bi nivîsên xwe jî ji bo têkoşîna azadî û demokrasiya Kurd ji aliyê ramyarî ve gelek hêz û ked da. Rewşenbîrekî Kurd ê girîng û giranbûha bû. Arajen Arî wê bi berhemên bi zimanê Kurdî li pey xwe hiştin her demê bi rêzdarî were bibîr anîn. Ji bo wî rahma xwedê û i bo malbat û xizmên wî jî sersaxiyê dixwazin. Emê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyandin." 

AMED/BEHDÎNAN




Efsûna nemirbûnê helbestên wî bû...
Helbestvanê Kurd û nivîskarê rojnameya me Arjen Arî ku ev bibûn çend meh ku tedawiya penceşêra mêlakê didît li Amedê li nexweşxaneya lê dihat tedawî kirin jiyana xwe ji dest da. Mîrê helbeta Kurdî Arî li nexweşxaneyê jî tu carî pênûs ji destê xwe nexist û her û her helbest dinivîsî. Her kesê ku diçû serdana helbestkarê gewre li cihê ku ew moral bidinê Arî bixwe bi wî rûyê xwe yê biken lê belê westyayî moral dida wan.
Mîrê helbesta Kurdî Arî berî çend mehan bi teşhîsa penceşêra mêlakê li Nexweşxaneya Başkentê ya Edeneyê tedawî didît. Arî yê ku berî mehekê dest bi tedawiya radyoterapiyê kiribû ji bo tedawiya kemoterapiê randewu ji heman nexweşxaneyê girtibû. Arî di vê navberê de li Amedê li Nexweşxaneya Taybet a Seyrantepeyê di bin çavdêriya doktoran de bû. Yek ji doktorên ku ew tedawî dikir Berîvan Bozarslan Şenol diyar kir ku nexweşiya Arî êdî li hemû bedena wî belav bibû û ya ku ew dikirin jî bes hewldana kêmkirina êşa wî bû.
Arî di helbestên xwe de wekî têgîn têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê bi zimanekî şanaz û hoste bi kar dianî. Di helbestên wî de ligel têkoşîan gelê Kurd her wiha dab û nêrîtên Kurdan, xwarinên li ser sifraya Kurdan û  kurt û kurmancî bi evîndarî jiyan Kurdewar li helbestên xwe dikir mêvan. Helbetkarê gewre Arî berî ku bi vê nexweşiya kambax bikeve jî di rûpela wêjeyê ya jî tê de bi evîndarî rojnameya me û di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de jî di qûncika xwe ya bi navê Erxewan de her roja înê nivîsên li ser wêjeyê ku her yek di tahma mewij û dimsa torî de bûn dinivîsî.
Arî berî çend rojan ku wî hildin beşa lênêrînê di anekdoteke ku nivîsîbû wiha behsa nemirbûnê dikri helbestkarê nemir:  "Her nivîskar, wekî ku di destana Gilgamêşê de tê vegotin nade dû nemirbûnê. Ji bi helbestkarek an jî nivîskarek bi destxistina dermanê nemirbûnê hem gelek zehmet û ew çend jî hêsan e. Berhemek heke ku bûbe malê dîrokê û bûbe meqeseke zengariya demê tu hêzekenikare wê ji holê rabike. Heke ew behrem di nav newalên dîrokê ya jibîrkirinê de hatibe hiştin jî, naxêr tu carî nayê jibîrkirin. Ji ber vê sedemê ye ku her nivîskar ligel keda xwe ya ji bo wêjeyê dide her wiha bi berhemên xwe yên nemir ve nemir dibe! Ji ber vê yekê ye ku nemirbûna Xanî ji Mem û Zîn, ya Uryan ji Rubaiyên wî, ya Melayê Cizîrê jî ji Dîwana w îtê nemirbûna wî…”
Arî jî dabû pey şopa nemirbûnê ku em vê lêgerînê îro roj jî di pirtûkên wî yên bi nabê Ev Çiya Rûspî ne, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Be’îvan, Payiza Peyvê, Eroûtîka, Bîhoka Li Pişt Sinor, Bakurê Helbestê de bi awayekîzelal dibînin. Helbetskarê nemir dema ku bi vê nexweşiya kambax jî ket tu carî pênûs ji destê xwe berneda û da dû peyvên efsûnî yên zimanê şîrîn Kurdî. 

AMED