Ari, anî ziman ku li aliyekî li hemberî HES û bendavên li herêmê tên çêkirin ber xwe didin li aliyê din jî bang li hemû kesî kir ku li dijî bendavan ber xwe bidin.
HES'ên li Tirkiyeyê tên çêkirin mîrateyên çandî, qadên jiyanê, xweşikbûnên xwezayî û geliyan yeke bi yek tûne dike. HES'ên li herêmê zêde tên çêkirin yek jî li navçeya Şaxê ya Wanê tê çêkirin. Dê li herêma Guhor a navçeya Şaxê projeya HES û Bendava Narli ya Şaxê bê çêkirin û bi vê yêkê dê qadên jiyanê, zîndewarên xwezayî û çavkaniyên der barê yên herêmê tune bike. Welatiyên gundên wan 25 sal berê ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin li gundê Perîşan ê li herêma Xumarê bi cih bûn û pişt re ji wir jî koçber bûn û hatin li Wanê bi cih bûn.
Jina bi navê Azîme Ari (55) a ku li taxa Suphan a Wanê dijî diyar kir ku li gund zevî û darên wan ên guzê hebûn û her sal diçe gund û hilberînên xwe kom dike. Ari, da zanîn ku gundê wan ê ku 25 sal berê dewletê şewitand û niha jî dixwaze di bin avê de bihêle ji bo winda nekirin ya ji destê wan tê dê bikin.

Paşeroj tê tine kirin  

Ari, anî ziman ku bi HES'a li herêma Xumarê bê çêkirin dê gund û zeviyên xwe winda bike û û gelek caran ji gundê xwe koçber bûn û naxwaze tiştekî din a wisa bijî. Ari, bilêv kir ku salê 3-4 meh jî be ji Wanê tê gund û ji ber vê yêkê gelek keyfxweş e û heke bendava bê çêkirin tu tiştê paşeroja wan namîne."
Ari, destnîşan kir ku gundê wan bi pere napîvin û destûrê nadin gundê wan di bin avê de bimîne. Ari di berxwedana li hemberî HES, qereqol û qeleqolên li herêma Xumarê dixwazin çêbikin cih digire û wiha got: "Her çiqas gel xwedî li zevî û gundên xwe derketibin û gerîla li dijî bendavan derketin xebat hatin rawestandin jî lê disa jî bawerî bi dewletê pêk nayê."

DÎHA/WAN