Ji heftya bê û pê ve 10 rojan li paytexta Awusturyayê Viyanayê ji bo Rojava bi ser navê Rise Up For Rojava çalakiyên hunerî û siyasî wê bên lidarxistin. Koma Instituyê ya Antropolojiya Çand û Civakî ya Zanêîngeha Viyanayê (IG KSA) organîzatora sereke ye. Di çarçoveya van çalakiyan de herî zêde jî nîşandana filman derdikeve pêş.

Ev rojên Rise Up for Rojava 14´ê Çile yanî sêşema saet 18:30´î bê wê bi nîşandana filma derhêner Şêro Hindê ya bi navê “Ji bo azadiyê” dest pê bike û ev ê bibe premiyera Ewrûpayê ya filmê be. Heman êvarê belgefilma “Mirî tenê vedigerin” wê saet 20:00´ê nîşandan.

Roja dawî ya çalakiyan 24´ê Çile ye û ew êvar jî êvara nîşandana filman e. Kurtefilma Perperîk ku behsa jinûveavakirina Kobanê dike wê saet 18:30´î bê nîşandan, heman şevê filma bi derhêneriya Şêro hindê ya bi navê “Darên bi tenê” saet 18:45´an wê bê nîşan dan. Piştre jî Filma Peter Ott a bi navê Das Milan Protokoll wê saet 19:30´î bê nîşandan. herî dawî jî wê bi beşdariya siyasetvan Berîvan Aslan gotûbêj bê kirin.

Di navbera 14 û 24´ê Çile de wê li ser rewşa Rojava, modela Rojava, rewşa insanî çalakiyên weke semîner, workshop wê bên lidarxistin. Roja 16´ê Çile jî Cejna IG KSA´yê wê bi slogana “Bi hev re ji bo Rojava” bê lidarxistin.

 

VIYANA