Kovar di dosyeya “Bi hev re jiyîn…Çawa” pirsa “Sedema geşbûna hesta ‘Êdî bi hev re nayên jiyîn’ çi ye?”, “Gelo jêdera meseleyê “hêrsa çend ciwanên ku xendekan dikolin’ e?”, “Di mijara ‘bi hev re jiyînê’ de berpirsyariya rojavayê Tirkiyê çi ye?” dike û Ferda Koç, M. Ender Ondeş, Tarik Ziya Ekinci, Amed Dicle, Mamhmut Togrul, Nil Mutluer, Ahmet Yaşaroglu bersiva pirsan dide.
Mijara “Li gel Kurdan dîplomasî” ku Faik Bulut, Firat Aydinkaya û Fehim Işik di panela li Fûara Pirtûkan axivîbûn de hatiye dîktekirin û pêşkêş kirin.
Her wiha Namik Kemal Dinç û Tarik Ziya Ekinci li ser rewşenbîrê Kurd Canip Yildirim ku demek berê wefat kir nivîsên portreyî nivîsîne.
Her wiha nivîsên Kurdî jî hene di kovarê de hene. Mesûd Serfiraz ji bo çapkirina ferhenga Kurdî-Tirkî, Tirkî* Kurdî ya Saziya Zimanê Tirkî(TDK) “Qantir za yan jî TDK’ê ferhenga Kurdî çap kir” dibêje. Mehmet Çakmak jî li ser pirtûkên ku li zindanê têne nivîsîn bi sernavê “Afirandina li zindanê” nivîsiye.Cîhan Roj, Cemîl Oguz, Brahîmê Farqînî, Ruknetîn Gun, Uygur Orhan bi nivîsên Kurdî di kovarê de cihên xwe girtine.
AMED