
Li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê, têkildarî fermana Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan a li ser wezîfedarkirina qeyûman li şaredariyên DBP’yî, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk Tûncer Bakirhan, Alîkara hevserokan a ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Emîne Ozmen beşdarî civînê bûn.
Tûncel diyar kir ku AKP bi rêk û pêk şîdetê li DBP’ê dike, gelek hevşaredarên wan girtine û mafê jiyanê yê gelek hevalên wan binpê kiriye. Tûncel bi bîr xist ku 2 endamên meclîsa partiya wan hatine qetilkirin û haya wan hê ji rêveberê DBP’ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter nîne. Hevserok Tûncel got, Waliyê Tirk ê li Şirnexê û Wezîrê Karên Hundir ê Tirk li ser mijarê hê ti agahî nedane.
Mifetiş ji şaredariyan dernakevin
Tûncel di dewama axaftina xwe de got, “Şaredariyên bajarên Kurdistanê yên ji aliyê partiyên sîstemê ve bi salan hatin birêvebirin, ti xizmet ji gel re nekirin. Di serî de Şaredariya me ya li Amedê hemû şaredariyên me projeyên girîng çêkirin û bi cih anîn. Ji ber van destketiyan AKP û Erdogan zextê li me dikin. Li her cihî, şaredariyên me hedef digirin. Her carê radibin dibêjin ‘me ewqas pere ji wan re şandin, çi bi van pereyan dikin?’ Bi vî pereyî xizmet ji gelê me re tê kirin. Ev salek e mufetîş ji şaredariyan dernakevin. Dest ji kar û barê xwe berdane, heta ji wan tê hewl didin kêmasiyeke şaredariyan tespît bikin. Ji bilî xizmetan, tiştekî din li şaredariyên me nedîtin. Bila heman mufetîş biçin Stenbol û Enqereyê. Ez bawer dikim wê li wan cihan gelek karên nelirê tespît bikin.”
‘Werin pêşberî gel em bibînin kî xizmetê dike’
Tuncel îşaret bi gotara giştî ya AKP´ê kir ku xwe li 79 mîlyon welatiyan dike xwedî û weha dewam kir: “AKP bi polîtîkayên xwe yên faşîzan hewl dide dest deyne ser şaredariyên me. Ji we tê werin em bang li şaredaran bikin û di rûniştineke li pêşberî gel de karê xwe raxin pêş çavan, ka bê kî xizmetê dike. Dibêjin ‘em pere dişînin wan re’. Ev ne xêra we ye, ev pereyê gel e. Niha radibin hewl didin dest deynin ser şaredariyên me. Desteserkirina şaredariyan di demên darbeyê de dibe. Em ê bi ti awayî destûrê nedin desteserkirina şaredariyên me. Em ê tevî gelê xwe, xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Yên ku ji sedî 50 ê dengan standine, radibin yên ji sedî 70’ê dengan wergirtine hedef nîşan didin. Ev meseleyeke giştî ye. Bila saziyên serbixwe werin û hemû şaredariyan kontrol bikin. Yên ku nikarin xwe bidin ber vê, dixwazin bi rêya qeyûm dest deynin ser şaredariyên me.
‘Em dev ji xweseriyê bernadin’
Hevseroka BDP´ê Sebahat Tuncel got, helwêsta wan a li hemberî desteserkirina şaredariyan wê gelekî tund be û weha dawî li axaftina xwe anî: “20 hevşaredarên me girtî ne, 11 jê jin in. 30 hevalên me ji wezîfeyê hatine girtin. Me dest ji rêveberiya xweser bernedaye. Hevalên me bên girtin jî, zext bên kirin jî em ê tevî gelê xwe li dijî vê rewşê derkevin. Gelê me erk daye me, em pêşengiyê ji gelê xwe re dikin. Li dijî van êrîşan, em ê di 25’ê Hezîranê de tevî hevşaredariyên xwe civînekê li dar bixin. Em ê bi gel re jî bicivin, bi rêxistinên civakî yên sivîl re jî bicivin. Em ê bi hev re nîqaş bikin, bê me çi kir, çi nekir. Li hemberî yên ku heta qiyametê şer li ser me ferz dike, berxwedan kar û erka me ye. Em, Serokkomar û Serokwezîr û wezîran hişyar dikin. Em ê bi rengekî demokratîk li ber xwe bidin. Em bang li hemû hêzên demokrasî û sosyalîst dikin, ku piştgiriya me bikin. Em bi hev re li dijî vê helwesta faşîzan bisekinin.”
AMED