
Yek ji bajarên herî kevnare yê Surî bajarê Helebê ye ku di şerê Surî de weran bûye. Ji sala 2011’an ve bi şer re ev bajar kete bin kontrola gelek grûbên çekdar. Lê Şêxmeqsûda taxa vî bajarî ji destpêka şer ve her di bin kontrola niştecîhên bajar de ma. Ev tax ji bo Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmenan bûye stargeh ku van şêniyên stara li dijî komên terorîst her parastine. Bi rêxistinkirina xwe re kesên taxê Rêveberiyek Xweser damezirandine û xwe bi xwe birêvedibin. Ji Rêveberiya Kongreya Star a taxê Hêvîn Silêman ji bo rojnameya me berxwedanî û hevgirtina gelên li taxê, nirxand.
‘Şêxmeqsûd nanê xwe parve kir’
Hêvîn bi bîr dixe ku di destpêka şoreşê de bajarê Helebê bi taybet jî taxa Şêxmeqsûd di nav çalakî û meşên aştiyane de bû û dibêje: “Lê piştre şoreşa azadiyê ya gelên Sûriyê ji rêya xwe ya rast derket û veguherî şerê çetetiyê. Ev şerê ku bû sedema xirabûne binesaziya vî bajarî kir ku di nav bajar de qirîzeke aborî bi de der. Taxa Şêxmeqsûd bi hezaran koçber ji taxên ku rastî êrîşên çeteyan û hêzên rêjîmê dihat pêşwazî kir. Gelê Şêxmeqsûd pariyê nanê xwe bi van koçberan re parvekir.”
Pêşî rejîm êrîş dike
Hêvîn bibêje ku xweşiya li taxê komên çeteyan û rejîma Baas aciz dike û wiha pê de diçe: “Ev rengê jiyana hevbeş û biratiya gelan a li Şêxmeqsûd li xweşiya çeteyan û rêjîmê nehat. Ji bo ku dixwestin hertim di navbera pêkhateyên vê taxê de nakokiyan hebin. Li ser taxê gelek êrîş jî çêbûn. Êrîşa yekemîn dema ku pêxasên rêjîma Baas ji êla El-Begara êrîş kir bû û di encamê de endama rêxistina Yekîtiya Star Gulê Selmo şehîd ket. Piştre jî êrîş berdewam kirin û balfirên rêjîmê gelek caran tax bombebaran kirin. Êrîşên çeteyên Xalid Heyanî, êrîşên çeteyên odeya ‘Lebeyîkî ya Uxtah’ û herî dawî û ya herî giran di 16 sibata 2016`an de êrîşên çeteyên koalîsiyona niştimanî, ENKS û El-Nusra, çêbun. Di encama van hemu êrîşan li ser taxê ku têde çêkên kîmyewî jî hatin bikaranîn gelek xirabî çêbûn û bi sedan welatiyên sivîl qetilbûn. Lê li ber vê yekê gelê Şêxmeqsûd her liberxweda. Dema ku mirov gotina Şêxmeqsûd dibihîse têkoşîn û berxwedanî tê bîra mirovî.”
Felsefeya Ocalan
Hêvîn tine ziman ku ji vê taxê gelek kesên bi birdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde bûyî derketinê û dibêje: “
Şêxmeqsûd xwedî dîrokeke dirêj e di nava tekoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê de. Ji vê taxê bi sedan ciwanên ku li ser raman û felsefeya Rêber APO mezinbûne, derketin. Bi avakirina meclîsan û komînan hemu pêkhate (Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen) hatin birêxistinkirin. Hemû pêkhateyan bi hev re parastina taxa xwe kir, bi hev re jî di bin bombebaranê û ambargoyê de li cepheyên pêş li hember êrîşan sekinîn.”
HELEB