Li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi armanca pêşxistina şanogeriya şoreşgerî komeke ciwan ku ji 17 kesan pêk tê bi daxuyaniyekê avakirina koma şanoyê ya ‘Hêviyekta’ ragihand. 

Koma ciwanan hem bi armanca ragihandina avakirina koma şanoyê, hem jî ji bo bîranîna Şehîd Hêvî Şanoger çûn goristana wargehê û Şehîd Hêvî Şanoger li ser gora wî bibîranîn. 

Li ser gora wî bi bîr anîn

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir. Li ser navê komê Rûheyv Guvercîn axivî û behsa armanca kombûna wan û rola Şehîd Hevî ya di şanoyê de kir. Pişti axaftinê daxuyanî ji aliyê Sîrwan Kanat ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: “Xwedî li şopa şehîdan derketin bi xurtkirina tekoşînê gengaz e. PKK tevgerek hunerî ye û PKK hunerek mirovbûnê ye. Pêwîst e şanogerî şoreşger be.”

 Şanoya şoreşger

Têkildarî armanca avakirina koma şanoyê ya Hêviyekta jî wiha hat gotin: “Kom li dijî feraseta şov, kariyerîzm, populîzm û yekdestdariya hunerê hatiye avakirin.  Em weke komeke ciwan avakirina koma Şehîd Hêviyekta radigihînîn.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 Navê komê  

Navê komê ji navê du şehîdên şanoger Hêvî Şanoger (Abdulgafûr Dogan) û Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) pêk tê û herdu şehîdên şanoger û şoreşger di pêşxistina Şanogeriya Şoreşê de xwedî kedeke pir mezin in.

Koma Şanoyê Hêviyekta bi qasî salekê ye xebatên xwe yên şanogeriyê didan meşandin. Ji beriya niha leyîstikek şanoyê ya bi navê, “Windabûna Wateyê” û du skeçên li ser Hevala Zîlan û Hevala Sema amadekirine û pêşkêş kiribûn.


 ROJNEWS / MEXMÛR