
ROJDA AYDIN/ŞÛJIN / AMED
Sûzan Bozkuş bi karê çêkirina xalîçe û merşan radibe, ev ji bo wê ji pîşe û wêde ye, li aliyekî cihên dîrokî yên Amedê bi hevrîşm li ser tabloyan dineqişîne, li aliyê din bi hunerê xwe debara xwe dike. Sûzan Bozkuş got, cihên dîrokî cara yekem e ku bi xebateke wiha tên vegotin.
Sûzan Bozkuş ku xalîçe û merşan dihûne, li aliyekî jî tabloyên hevrîşmî çêdike. Sûzan Bozkuş tebaxa 2016’an dest bi xebata xwe ya cihên dîrokî yên Amed û Sûrê kiribû û vê xebata wê nêzî salekê kişand û niha jî tablo ber bi qonaxa xilasbûnê ve diçe. Sûzan Bozkuşê got, li ser vê xebata xwe wiha peyivî: “Ev xebata min êdî hatiye qonaxa xilasbûnê. Her wiha vê xebata min nêzî salekê kişand. Ji ber ku ev xebata min li ser cihên dîrokê yên Amed û Sûrê ye. Min ji bo vê xebata xwe, hevrîşm bi kar anî, ji ber ku hevrîşm gelekî zirav û narîn e, çêkirina vê tabloyê salekê dewam kir. Gava ku min ev tablo çêdikir rojê nêzî 6-7 saetên xwe min ji vê tabloyê re vediqetandin. Ev tablo bi temamî ji hevrîşm çêbûye. Ji ber vê jî ev tablo gelekî cuda disekine.”
Amed û Sûr li ser tabloya hevrîşm
Sûzan Bozkuşê anî ziman ku di dema çêkirina vê tabloyê de ew gelekî bi kêf û kelecan bûye û wiha dewam kir: “Ev xebat di piçûkatiyê de xeyala min bû û min ev xeyala xwe pêk anî, cihên dîrokî li ser tabloyê neqişandin. Belê, gelek cihên dîrokî ji aliyê wênesazan ve hatine xêzkirin lê tu carî li ser tabloyekê nehatibûn hûnandin û neqişandin. Min cihên dîrokî yên Amed û Sûrê bi hevrîşm li ser tabloyê neqş kirin.”
‘Sûr bi dîroka xwe tê nasîn’
Sûzan Bozkurtê bi vê xebata xwe bal kişand ser avahiyên li Sûrê tên hilweşandin û got: “A niha di vê pêvajoyê de hilweşandina Sûrê di rojevê de ye. Dibe xaniyên Sûrê ne dîrokî bin lê belê avahiyên ku li Sûrê tên hilweşandin temamiya Sûrê xirab dikin. Ji ber ku Sûr bi avahî û dîroka xwe ya kevn tê nasîn û bi nav û deng e. Bi taybetî jî zarokên ku li kolanên Sûrê dilîzin û dijîn, Sûrê xweşik dikin. Avahiyên ku li Sûrê bên çêkirin bawer nakim ku xweşikbûnekê bidin Sûrê. Ji ber ku Sûr her tim bi rewşa xwe ya berê xweşik e. Avahiyên berê yên Sûrê çi qasî dîrokî nebin jî em naxwazin bên hilweşandin. Ew avahiyên ku tên hilweşandin ji bo Sûrê bi tenê windahiyek e. Lê Sûr dê ti carî neyê jibîrkirin. Ji ber vê jî min Sûr li ser tabloyekê ava kir.”
Xebata li ser koçberiyê
Sûzan Bozkurtê di dewama axaftina xwe de behsa xebatên xwe yên din jî kir û got, “Heta niha xebatên ku min kirine, xebatên mîtolojîk bûn û xebata min a yekem bi Adem û Hawa dest pê kir. Piştre jî min mijarên xwezayî û cihên dîrokî yên Stenbolê li ser tabloyê neqişandin. A niha jî cihên dîrokî yên Amedê li ser tabloyê min neqş kirin û min êdî dest bi xebata li ser koçberiyê kiriye. Ez bawer dikim ku gava hunermend xebatên xwe tînin ziman, dibin ziman, çav û guhên civakê. Xebata min a din jî li ser koçberiyê ye ku min dest pê kiriye. Di vê xebata min de zarok û jinên ku bandora koçberiyê li wan bûye û zehmetiyên wir tînim ziman. Ji ber ku di vê pêvajoyê de gelek jin û zarok hatin kuştin û gelek ji wan jî ji ber şer koçber bûn. Ez dixwazim vê rewşê bi hevrîşm li ser tabloyan bînim ziman.”
Sûzan Bozkurtê diyar kir ku vê xebata xwe ew ê bidomîne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Heke xebatên min biqedin, ez difikirim ku pêşangehekê vekim û xebatên xwe derxim pêşberî civakê.”