Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina ewlehî, tenduristî û azadiya wî ya li Strasbourgê, di roja 31´ê de ye. Çalakger bi moral û biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Çalakgerê di hepsê de yê bi navê Sedat Alçîçek ji Hepsa Kirikkaleyê ji berxwedêrên li Strasbourgê re nameyek nivîsî û got, ew ê heta serketinê xwedî li çanda berxwedanê ya PKK’ê derkevin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş jî ku bi çalakiya Strasbourgê re hemwext li bajarê Cardiff ê Welatî Galiyan dest pê kiribû, di roja 31’ê de didome. Kurdistaniyên li Welatê Galiyan û Ingilîstanê, bê navber serdana çalakiyê dikin.

Ji parlamenterên çep piştgirî

Parlamenterên komên çep ên Parlamena Ewrûpayê (PE) doh li gel çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, çalakiyek kir. Parlamenteran di serî de Leyla Guven, ji bo hemû hilbijartiyan doza azadiyê kir.

Bang li CPT û PE’yê kirin

Julîa Ward, Martîna Anderson û Hadjîgoergîo jî di nav de gelek parlamenterên Ewrûpî, beşdarî çalakiyê bûn.

Parlamenterên PE’yê, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş û nûnerê HDP’ê Farûk Doru û nûnerên Kurd dovîzên rûreşkirina tecrîdê rakirin.

Di çalakiyê de bang li CPT û PE’yê hate kirin ku li erkên xwe xwedî derkevin û tavilê bikevin nava tevgerê.

Gelek welatiyên Fransayê jî, ji bo dengê çalakgerên greva birçîbûnê bidin bihîstin, li ser medya civakî dîmen weşandin. Welatiyan hem piştgirî da berxwedêrên greva birçîbûnê, hem jî bang li CPT kirin da ku bi erka xwe rabe. Çend ji van peyaman ev in: “Tecrîd nîşaneya faşîzm û zilma dewletê ye”, “Rejîma Tirk a faşîst hepsiyan tecrîd dike”, “CPT karê xwe bike, pêşî li êşkenceyê bigire, li cem êşkencekaran cih negire“… 

 

NAVENDA NÛÇEYAN