Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta sala 2018’an, sekna gel, êriş, gefên dewleta Tirk û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven, nirxandin. Sozdar Avesta Sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîlên azadiyê, şervan û gerîlayên azadiyê, gelê Kurd gelê Rojhilata Navîn, jin û dayikan pîroz kir.
Têkoşîna Sakîne Cansizan e
Avesta bal kişand ser wateya çalakiya Leyla Guven û got, ”Ev çalakî dewama çalakiya 14 ê Tîrmehê ye. Berxwedana Rêzdar Leyla Guven jî di xeta Sara yê de çawa ku Şehîd Sara li hemberî faşîzma 12´ê Îlonê ya Esat Oktay Yıldirim serî netewand û bi helwêsta xwe bû dîroka jina Kurd. Niha jî azadiya jinê tekoşîna Leylayan e. Ev çalakî jî diyar dike ku faşîzma dewleta Tırk şikestiye. Dîktatoriya Erdogan û Bahçelî sala bihurî têk çûn. Ji ber ku sal bi berxwedanê hat dagirtin û wan hevalan jî mora xwe li vê demê xist.
Pişta xwe nadin kesî
Sozdar Avesta biryara vekişîna Emerîkayê ji Sûrî jî nirxand û got, “Xususiyeteke Rêber Apo heye ku pişta xwe ticaran nede ti kesî. Destpêka PKK’ê jî ew bû. Heger heta niha li Başûrê Kurdistanê îradeyek çênebûbe, sedema wê ew e ku pişta xwe nade hêza xwe. Rojavayê Kurdistanê xwe ji tinebûnê çêkir. Bixwe, xwe afirand. Ji bo vê li dijî 3 pêşengên PKK´ê komplo nûjen kirin. Bi ve êrişê re dixwazin bibêjin; yan hûnê werin ser xeta min yan jî ez ê hêzên xwe ji Sûrî bikişînim. Xwestin ku bi van tehdîtan gavê bi Tevgerê Azadiyê bi paş ve bidin avêtin. Lê tevgera azadiyê xwedî ezmûn û alternatîf e. Niha vekîşîna Emerîkayê ji Sûriyê hevsengiyên nû derdixîne holê û ev hevsengî jî dibe ku di serî de rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û hemû Kurd li dora vê kom bibin.”
Jin û ciwan hêzên sereke ne
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta rola jin û ciwanan di 2019´an de jî wiha nirxand: ”Sala 2019’an wê bi pêşengiya jin û ciwanan bimeşe. Jin û ciwan hêza sereka ya vê şoreşê ne. Movikê piştê ne. Mejî ne. Çav in û avakerê civakê ne. Desketiyên mezin ên ku hene li hemû waran li Kurdistanê, Rojhilat û Bakurê Sûrî, li Bakurê Kurdistanê, Li Başûr û Şengalê, li Rojhilatê Kurdistan û derveyî welat, bingehekî berxwedanê hatiye afirandin. Bi pêşengiya Tevgera Azadî û jina azad, rêzdar Leyla Guven û kesên ku niha di van çalakiyan de cihê xwe digirin, sala 2019´an wê sala berxwedaneke mezin û desketî bidestxistinê be. Wê bibe sala azadiya Rêber Apo.
ANF/BEHDÎNAN