Di salvegera komkujiya Roboskiyê de li Kurdistanê jiyan tevizî, derebeyên dikanan hatin girtin û gelê kurd ji bo ji kûjerên komkujiyê hesab were pirsîn daket kolanan. Li Amed û Geverê meş hatin lidarxistin û li gelek bajaran çalakî pêk hatin. Dewleta tirk ku komkujî pêk aniyê ji bo pêşî li çalakiyan bigire ketina Roboskiyê qedexe kir.

Di salvegera Komkujiya Roboskiyê de ku par di 28'ê Kanûnê de bi balafirên şer ên artêşa Tirk pêk hatibû û 19 jê zarok 34 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan gelê kurd, hêzên demokratîk û alîgirên edaletê daketin kolanan û li gelek deran çalakiyên protestoyî pêk hatin. Ji gelek bajaran jî rêxistinên civaka sivîl ber bi Roboskiyê ve bi rê ketin. Lê belê wezareta Karê Hundir ji bo pêşî li çalakiyan bigire ketina Roboskiyê qedexe kir. Di serî de ji Stenbolê, ji gelek bajaran endamên Federasyona Ciwanên Sosyalîst bi 4 otobusan ber bi gundê navçeya Qilabanê Roboskiyê ve bi rê ketin. Endamên federasyonê serê sibê li Herêma Qesrîkê ya nêzî bajêr, ji aliyê cendirmeyan ve hatin sekinandin. Cendirmeyan dan zanîn ku Wezareta Karên Hundir ji wan re giştînameyek şandiye, gotiye wê ji bo çûyîna Roboskiyê destûr neyê dayîn. Cendirmeyan ji ber vê yekê nehiştin ku endamên federasyonê biçin Roboskiyê.

Li Kurdistanê jiyan rawestiya

Komkujiya Roboskiyê li gelek bajaran hate şermezarkirin. Li navçeyên Dêrik, Nisêbîn, Qoserê yên Mêrdînê, navçeyên Farqîn, Bîsmîl yên Amedê navçeya Melezgîrta Mûşê û navçeyên Cizîr, Sîlopî Hezex Qileban, Bêşebab yên Şirnexê ji bo protestokirina komkujiya Roboskiyê derebeyên dikanan hatin girtin û meşîne jî kar nekirin. Esnaf neçun ser kar û kes ji malê xwe derneketin.  Li gelek bajaran jiyan rawestiya û bêdengiyek mezin serdest bû.
Li gelek bajaran jî meş hatin lidarxistin. Li Amedê  tevî astengiya polîsan bi hezaran kes tevlî meşa protestokirina komkujiya Roboskiyê bû. Piştî rayedarên BDP'ê bi rayedarên polîsan re axivîn, bi hezaran kes ber bi Koşuyoluyê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên "Em ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin", "Me Roboskî jibîrnekir û nadin jibîrkirin" hatin vekirin. Piştî meşê daxuyaniya çapameniyê hate dayîn û hat diyarkirin ku tevî têgihiştina qirkirinê ya dewleta Tirk ku ev 80 salin tê meşandin, bi destê AKP´ê dewam dike. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku berpirsyarên komkujiyê werin eşkerekirin, hesab were pirsîn û ji bo komkujiyê lêborîn were xwestin.
Li navçeya Lîce ya Amedê jî endamên Platforma Demokrasiyê ji bo protestokirina komkujiya Roboskiyê daxuyaniya çapameniyê ya girseyî dan.
Li navçeya Ferqînê daxuyaniyeke çapameniyê ya girseyî pêk hat û li navçeya Erganiyê jî ji meşa ji bo şermezarkirina Roboskiyê ya îro were lidarxistin, civîn hate lidarxistin, afîş hatin daleqandin.

Li Geverê polîs êrîş kir
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê destpêkê li Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê bi tevlîbûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl, der barê Roboskiyê de belgefîlmek hate nîşandan.
Xwendekaran jî ji dibistanan derketin û ji bo protestokirina komkujiyê meş lidarxistin. Paşê çalakiya rûniştinê lidarxistin, sirûd gotin û sloganan komkujî şermezar kirin. Xwendekaran paşê li avahiya cihê çalakiyê pankarta "Em Dersim, Zilan, Halepçe, Sivas, Geliyê Tiyari û Roboskî ji bîr nakin" daleqandin.
Ji aliyê din ve bi pêşengiya rêxistina BDP'ê de 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Di bîranînê de polîsan êrîşî girseyê kir û gel jî bi keviran bersîv da polîsan. Şer û pevçûn bi seatan dewam kir.  

NAVENDA NÛÇEYAN




‘Hesabpirsîn deynê me ye’

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ji ber komkujiya Roboskî bi destê hikûmeta AKP´ê pêk hatiye  heta niha berpirsyarên Komkujiya Roboskiyê nehatine aşkerekirin. KCK´ê got, "Hesabpirsîna ji kujerên Roboskiyê tê wateya hesabpirsîna ji komkujiyên li tevahiya Kurdistanê.”
Serokatiya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegera yekemîn a Komkujiya Roboskî de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku komkujî bi biryara AKP’ê pêk hatiye. KCK’ê got: “Hesabpirsîna komkujiyê deynê me yê rûmetê ye.” Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di despêka daxuyaniyê de bibîrxist,  tevî ku salek bi ser komkujiyê re derbas bûye, hîn jî berpirsiyarên vê komkujiyê nehatine eşkerekirin û ji wan ti hesab nehatiye pirsîn. KCK´ê diyar kir ku ev yek jî rastiya rûyê dewleta Tirk a dagirker û xwînmij nîşan dide.
KCK anî ziman ku pirsîna hesabê komkujiya Roboskiyê ji bo gelê Kurd û derdorên şoreşger, deynê mirovahî û rûmetê ye. KCK her weha diyar kir ku
hesabpirsîna ji kujerên Roboskiyê tê wateya hesabpirsîna ji hemû komkujiyên li Kurdistanê û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk her roj li kolanên Kurdistanê ciwanên Kurd qetil dike. Lê komkujiya Roboskiyê yek ji komkujiyên herî aşkera û mezin a ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin e. Serokwezîrê Tirk Erdogan 2 roj piştî komkujiyê hemû fermandarên artêşê pîroz kirin, piştre xelat da fermandarê hêzên hewayî. Ev yek jî nîşan dide ku polîtîkaya wan û qirkirinê li hemberî Kurdan wê dewam bike."

Banga tevlîbûna çalakiyan
KCK bi bîr dixe ku bi vê komkujiyê û helwestê, dewleta Tirk dixwaze di şexsê xelkê welatparêz ê Botanê de peyamê bide tevahiya gelê Kurd. KCK´ê di daxuyaniyê de ji bo xwedîderketin û hesabpirsîna Roboskiyê jî bang li gelê kurd kir û weha got: "Di salvegera komkujiyê de, divê gelê me bi awayekî herî çalak tevlî bîranînên komkujiyê yên 27 û 28'ê Kanûnê pêk werin bibe. Divê ti kes li hemberî vê komkujiya ku pir aşkera hatiye kirin, bêdeng nemîne."

KONGRA GEL: Kûjer Erdogan bi xwe ye
Serokatiya KONGRA GEL, bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Roboskê daxuyaniyek da û diyar kir ku gel bi komkujiya Roboskî re hemû derew û polîtîkayên talankirinê yên AKP’ê û Erdogan dîtiye. KONGRA GEL bal kişand hewldanên hikûmeta AKP ya veşartina komkujiyê û da zanîn ku her kes kujeran baş dizane û wiha got: “Bê guman ev kes ji bilî Tayyîp Erdogan kesekî din nîne. Ji ber ku ew berpirs e rastiyê îtîraf nake. Lê heta ku Erdogan rastiyê îtîraf neke wê Roboskî bibe kabusê wan.” KONGRA GEL diyar kir ku di dîrokê de her tim komkujiyên li ser kurdan hatin veşartin û hesab jî nehat pirsîn, lê ew dem derbas bûne û wê gelê kurd ji Erdogan hesab bipirse. KONGRA GEL bang li hemû kurdan kir ku li dijî faşîzma AKP’ê dengê xwe bilind bikin. 

ANF/BEHDÎNAN/BRUKSEL