Rahîb Khîn San Oo yê 61 salî ku li keşîşxaneyê bi kesên bê mal re eleqeder dibû wiha got: “Bi sedan malbat tên vir û dibêjin em bê mal mane.” Rayedaran da zanîn ku ev 16 sale deriyên xwe ji kesên bê mal re vekirine û li ser axa xwe destur dane ku cihekî 20 metrekare ji bo xwe vekin. Beşeke mezin a civakê ji ber buhayê kîrayana gazinan dikin û diyar dikin ku ji ber pereyê wan nîne, nekarin xurekê bikirin. Hinek malbat ji ber xizaniyê nekarin li ser axa keşîşxaneyê jî xanî çêbikin û ji ber vê neçarî li cihên ku keşîşxane tesîs dike dimîne. Li ser axa keşîşxaneyê jî cihê avakirina xanî nemaye û rayedarên keşîşxaneyê ji bo axê bikirin, pere nabînin. Rayedarên Myanmar jî diyar kirin ku ew dê ji bo pirsgirêkê çareser bikin dê lojmanên civakî yên erzan çêbikin.
NAYPIADAW