Ciwanên Kurd ên li Stockholmê dijîn li ser çapemeniya civakî çalakî rêxistin kirin û li gel partî û komên cuda yên Kurdistanî, raya giştî ya Swêdê anî cem hev. Kurdan li gel alên mezin ên YPG, PYD û PKK’ê, posterên Ocalan, Talabanî û Qasimlo hildan. Di axaftinên ku hatin kirin de hovîtiya DAIŞ’ê hate şermezarkirin û hat gotin ku ji bo gerîlayên YPG û YPJ’ê divê alîkariya mirovahî bê kirin.
Hinek axaftvanan jî da zanîn ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.
Ne tenê ji Stockholmê, bajarên derdorê jî Kurdistanî tevlîbûn. Lê ji bajarê Vasteras zêdetir tevlîbûn çêbû. Kurdên li bajarê Vasteras dijîyan, tevlî çalakiyê bûn di nava wan de Îranî, Urdun, Elman û Lubnanî jî hebûn. Çalakgeran 19 saetan tevî sar û şiliyê 110 kîlometre rê meşiyan. Di çalakiyê de Kurdo Baksî, Parlamenterê Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, Lîdera berê ya Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Mona Sahlîn, Parlamenterê Partiya Gelan û berdevkê Polîtîkaya Derve Fredrîk Malm û Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Alî li geşedanên li Kobanê û xwedîderketin û piştgiriya berxwedanê axifîn.
Li Berlînê meş
Li paytexta Berlîn a Almanyayê jî meşek pêk hat. Bi hezaran kesên li qada Hermannplatz hatin cem hev, bi armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ên li dijî Kobanê şermezar bikin û piştgiriyê bidin berxwedana YPG-YPJ’ê meş pêk anîn. Di meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Alman û hêzên navneteweyî hat kirin ku bi hestyar tevbigerin. Meşa ku demokrat û şoreşgerên Elman, penaberên Tirk alîkarî da, jinan pêşengiya wê kir.
Çalakgeran da zanîn ku ji bo parastina Kobanê divê Koalîsyona Navneteweyî êrîşên hewayî yên bi bandortir pêk bîne.
STOCKHOLM/BERLÎN