
Şervanên QSD′ê zêdeyî 10 hezar şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê ku ji ber ji ber zulm û hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê, reviyan, rizgar kirin.
Bi hezaran şêniyên gundewarên bakurê bajarê Reqayê ji ber zulm û hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê, koçî herêmên di bin ewlekariya şervanên QSD′ê de. Şervanan korîdorên bi ewle ji koçberan re vekirin, pêşwaziya wan kirin, ew li herêmên bi ewle bi cih kirin û pêdiviyên wan peyda kirin. Pêr zêdeyî 10 hezar koçber ji bajarê Reqqayê û gundewarên wê bi kêfxweşî, xwe gihandin warên azad.
Koçberên ji nava lepên DAIŞ‘ê rizgar bûne, kom bi kom berê xwe didin qadên ewle yên di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne. Piştî ku şervanên QSD’ê li ser qenala avê pirek amade kirin, bi hezaran koçberan berê xwe dan qadên ewle.
Koçber kom bi kom ber bi qadên ewle ve diherikin.
REQA