
Cenazeyên gerîlayên HGP'ê Rohat Sirek û Şervan Fîdanten ku di 22´ê Mijdarê de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê bi merasîmên girseyî hatin veşartin.
Malbatên gerîlayên HPG'ê Şervan Fîdanten (Navdar Çiya) ê di 22'ê Mijdarê de li navçeya Lîcê ya Amedê jiyana xwe ji dest da û gerîlayê HPG'ê Rohat Sîrek (Kahraman Rodi) ku tevî 6 gerîlayan li navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê di şer de jiyana xwe ji dest da, cenazeyên wan pêr ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin û birin Amedê.
Li ser rêya Amedê tevî heyeta BDP´ê karwaneke ji sedan kesan cenazeyên gerîlla Fîdanten û Sirek pêşwazî kir. Polîsan karwana cenazeyan asteng kir û destûr neda ku heyeta BDP'ê cenazeyê Şervan Fidanten'in (Navdar Çiya) bibe Amedê. Li ser astengiya polîsan cenazeyên HPG'î Fidanten birin gundê Bindan û cenazeyê Rohat Sirek (Kahraman Rodi) jî birin Amedê.
Ji bo Sirek li Amedê merasîm
Li Amedê jî bi dehan wesaît tevlî karwana cenazeyê ya gerîla Rohat Sîrek bûn. Paşê girseyê bi sloganan cenaze li ser milan bir Goristana Yenikoyê ya Amedê. Girseyê cenazeyê gerîla Sîrek bi alên PKK'ê pêça û heta goristanê bi sloganên "Şehîd namirin" meşiyan. Di meşê de poster û wêneyên gerîla Rohat Sirek û alên PKK û KCK'ê jî hatin hildan.
Di merasima cenaze de axaftin hatin kirin û hat diyarkirin ku gelê kurd wê xwedî li têkoşîna gerîlayan derbikeve. Paşê cenazeyê gerîlayê HPG´ê Rohat Sirek bi sloganan hate veşartin. Malbata Sirek serdanên sersaxiyê li Mala Şînê ya Temira qebûl dike.
Fîdanten li Licê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şervan Fîdanten (Navdar Çiya) jî bi karwana ji sedan wesayîtan birin gundê Bindan a Mezreya Çekeman a li ser navenda Amedê. Dema serê karwanê wesayîta gihîşt gund hîn dawiya karwan li ser riya Amed û Çewlikê bû. Karwanê cenaze di ketina mezrayê de ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazî kirin. Li vir cenaze li ser milan birin mizgeftê.
Piştî wecîbeyên olî girseyê darbesta Fîdanten a li ala PKK'ê pêçanyî hildan û ber bi goristanê ve dest bi meşê kir. Tevî Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, rêveberên BDP û nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi hezaran kes di merasîma cenazeyê de cîh girtin. Di meşê de girseyî sloganên "Şehîd namirin" û "Qatil Erdogan" qêriya.
Piştî meşê cenaze Fîdanten, li tenişta gora pismamê wî gerîla Zulfî Fîdanten (Navdar Çiya) ê di sala 2007'an de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. Bi hezaran kesên tevlî merasîmê bûn ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Di axaftinan de hat gotin ku têkoşîna azadiyê li ser bingeha şervanên azadiyê wê bê navber dewam bike û kes nikare PKK'ê tasfiye bike.
‘Em ê li pey doza şehîdê xwe bin’
Li gorîstanê dayika Fîdanten loriya û kêliyên hestyar rû dan. Dayik Nafiye Fîdanten paşê axivî û got, "Şîrê min li te xweş helal be lawê min. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li pey doza şehîdê xwe bin." Dayik Fîdanten li hemberî polîtîkayên şerxwaz yê serokwezîrê Tirk Erdogan jî nerazîn nîşan da.
Piştî merasîmê ji malbatê rê sersaxî hate xwestin. Serdanên sersaxiyê li Mala Sersaxiyê ya Pasûriyan ya li taxa Baxcilara navçeya Rezan a Amedê wê 3 rojan dewam bike.
DÎHA/AMED
Malbatên gerîlayan çûn Meletiyê
Malbatên gerîlayên ku di 22'ê Mijdarê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin çûn Meltiyê û serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan.
Ji 7 gerîlayên ku li navçeya Dara Hênê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn malbatên gerîlayên HPG’ê Erdal Erol (Mazlum Serhat), Emine Gersiyor (Axîn Viyan), Hakan Ceylan (Dijwar Amed), Ayhan Acar (Yılmaz Bîngol), Emîne Oran (Axîn Jiyan) ji bo cenazyên wan werbigirin doh tevî rêveberên BDP´ê û MEYA-DER´ê çûn Meletiyê.
Ji aliyê din ve malbata gerîla Velsîh Parîsa yê ku di 13 Tebaxê de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê wî bigirin çûn Meletiyê. Malbata Parîsa berê jî cenazeyê zarokê xwe teşhîs kiribûn, lê ji ber rêziknameyê cenaze nedabûn malbatê. Piştî serdana li dozgeriyê eger cenaze bidin, malbatê wê cenazeyê gerîla Parîsa li bajarê Ranya yê Herema Federal a Kurdîstanê defin bike.