Bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî yê Elmanyayê Horst Seehofer Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê di 12’ê Sibata 2019’an de hatibûn qedexekirin. Polîsan wê rojê girtibûn ser herdu saziyan û deriyên saziyan mor kiribûn. Partiyên muxalefetê, weşanxane û gelek saziyên çandî nerazîbûn nîşanî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê dabûn. Partiya Çep jî qedexekirina van herdu saziyan xistibû rojeva Meclîsa Federal. Hikumeta Merkel bersiveke skandal da girtina saziyan û got “PKK çanda Kurd û muzîka Kurdî bi kar tîne.”

Daxwaza Erdogan anîn cîh

Hikumeta federal bersiveke skandal û sosret da pirsnameya Berdevkê Çandê yê Partiya Çep parlementerê federal Sîmone Barrîentos. Hikumetê diyar kir ku PKK çanda Kurd û muzîka Kurdî bi kar tîne. Di dema qedexekirina herdu saziyan de agahî nedane dewleta Tirk lê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan di salên dawî de gelek saziyên Kurdan kiribû hedef û ji wan re gotiye gelo hûn çima van saziyan qedexe nakin.

Qîmetê nade arşîva muzîka Kurdî

Parlementerê Partiya Çep Sîmone Barrîentos  bersiva hikumetê bi tûndî rexnekir û got: ”Çand û muzîka Kurdî ji ber nifûsa Kurdan parçeyekî Elmanyayê ye. Lê ev bersiv nîşan dide ku Hikumeta Federal çanda Kurd nas nake û bi ser de hunermendên Kurd û berhemên bi Kurdî jî krîmînalîze dike. Di bersiva wan de jî diyar e ku hikumet qîmetê nade arşîva muzîka Kurdî.”

Parlementer Sîmone Barrîentos ji Hikumeta Federal daxwaz kir ku biryara qedexekirina van saziyan betal bike û arşîva muzîkê were dayîn da ku têkeve xizmeta mirovan.

 

ANF/BERLÎN