HEWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE
Li Helebce pêşangeha salene ya hevbeş ji aliyê 27 wênegirên herçar parçeyên Kurdistanê ve hate vekirin. Wênegiran diyar kir ku ew ê bi wêneyên xwe sînorên Kurd ji hev parçekirine rakin.
Li Baxê Giştî yê Helebce bi beşdarbûna nûnerên saziyên hikûmetê, Rêxistina Kurdistan Foto û gelek welatiyan, bi pêşengiya Walîtiya Helebce pêşangeheke hevbeş ji bo wênegirên herçar parçeyên Kurdistanê hate vekirin. Wêneyên di pêşangehê de li ser mijar û babetên cihê yên weke jiyan, xwezaya Kurdistanê ne.
Ji her çar parçeyên Kurdistanê wêneyên li ser mirov û xwezayê
Berpirsê Şaxê Rêxistina Kurdistan Foto ya Helebce Niyaz Manya têkildarî pêşangahê, hizrên xwe wiha îfade kirin: “Rêxistina Kurdistan Foto salane ji bo wênegirên her çar parçeyên Kurdistanê pêşangehekê oraganîze dike. Pêşangeha îsal jî ji wêşegirên bajarên cuda yên Kurdistanê pêk tê. Wênegir wê wêneyên xwe li pirraniya bajarên Kurdistanê nîşan bidin. Wêneyên wan rewşa jiyanê û xwezayê dihewîne.“
Serê wênegirekî wêneyek
Niyaz Manya li ser hejmar û agahiyên din ên pêşangehê jî peyivî û axaftina xwe wiha dewam kir: “27 wênegir beşdarî pêşangehê bûne. Her wênegirek bi wêneyekî beşdar bûye. Lê wêneyên wan ji aliyê komîsyoneke taybet ve hatine hilbijartin.”
Wênegir Azad Turan ê ji bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûyî ji li ser pêşangehê û beşdariya xwe wiha peyivî: “Ez bi vê armancê beşdarî pêşangehê bûme ku bi wêneyan sînorên di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de bişkînim. Herwiha ev pêşangeh derfetek e ku em pê çand, jiyan û rewşa her çar parçeyên Kurdistanê bi rêya wêneyan nîşan bidin.”